Biden: Wê Rûsya bikeve Ukraynayê û ev dê ji bo Rûsya felaket be!

Biden: Wê Rûsya bikeve Ukraynayê û ev dê ji bo Rûsya felaket be!

Serokê Amerîkayê Joe Biden, civîna rojnamevanî Koşka Spî ya yek saliya xwe de, li ser mijara aloziya navbera Rûsya û Ukraynayê jî rawestiya û got, “Bi min wê Rûsya bikeve Ukraynayê û ev dê ji bo wan felaket be.”

Biden got ku her çiqas Pûtîn şerekî rastîn naxwaze jî wê bikev Ukraynayê û wiha got: “Rûsya welatên rojava, Amerîka û NATOyê dixwaze bi awayekî cidî test bike. Bi min wê têkeve Ukraynayê.”

Serokê Amerîkayê herwiha li ser îhtimala dagirkirina Ukraynayê hişyarî jî da Rûsyayê û diyar kir ku wê bedelê dagirkirina Ukraynayê ji bo Rûsyayê giran be û got, ew amade ne piştgiriyê bidin hevpeymanên xwe yên NATOyê.

Herwiha Biden, bibîr xist ku ew dê niha bi nirxê 600 milyon dolaran çekan bişînin ji Ukraynayê re û heger bikevin Ukraynayê wê windahiyên canî yên rûsan gelek zêde bin.

Pustên heman beş