Xelîl Bozan Beg koça dawî kir

Xelîl Bozan Beg koça dawî kir

Xelîl Bozan Beg ji malbata begên Kobaniyê û malbata mezinên Beraziyanin. Xelîl sala 1955 li Kobanê ji dayik bûye. Piştî xwendina xwe ya Bekelorya li Enqere zaningeha Enqere beşê Seydeliyê(Pharmacy) xwendiye.

Xelîl Piştî demekî vegeraye Rihayê jiyana xwe li vê derê berdewam kiriye. Piştî karaseta Kobanê li Rihayê Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Kobanê ava kiriye û serpereştiya vê Komeleyê Kiriye. Wek dezgehek sivîl li penaberên Kobanê xwedî derketine û xebatek hêja û berbiçav kirine.

Xelîl endamekî Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (KDP-T) bû. Demekî dirêj endametiya Komiteya Rêvebir û herweha sekreteriya Giştî ya vê partiyê kiriye.

Xelîl Bozan dilsozek rêbaza Barzanî bû, her di vê çerçoveyê de xebata xwe kir û siyasetmedarek bi kesayet bû.

Bi wefata Xelîl Bozan valehiyek di refên tekoşerên azadixwazin Kurdistanê de peyda bû.

Roja 30.01.2022ê termê Xelîl ji bo sipartina axê ber bi Kobanê ve tê veguheztin.

Pustên heman beş