Dadgeha Almanya 2 saziyên PKKê qedexekirin

pkk-germany

Dadgeha Îdarî ya Federal a Almanyayê, qedexekirina «weşanxaneya Mezopotamien û kompaniya muzîkê MIR» qebûl kir û ragihand ev du sazî di warê çavkaniyên mirovî û darayî de girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ya derqanûnî ne.

Biryara Dadgeha Îdarî ya Federal a Almanyayê roja Çarşemê 26.01.2022an hat qebûl kirin.

Wezareta Karên Hundir a Elman di sala 2019’an de li ser bingeha Qanûna Komeleyan du sazî qedexe kiribû û her du şîrketan li dijî biryara wezaretê gilî kiribûn.

Parêzerê Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê ya di dozê de Wolfgang Roth di rûniştina dadgehê de got: «Her kes azad e ku mûzîka Kurdî û wêjeya Kurdî bifiroşe û belav bike, lê ne weke rêxistineke girêdayî PKK ê».

Pustên heman beş