FBI nasnameya kesê ku hewldana kuştina Trump kirî eşkere kir

FBI nasnameya kesê ku hewldana kuştina Trump kirî eşkere kir

FBI nasnameya kesê ku di mitînga xwe ya li Pennsylvaniayê de teşebûsa kuştina Serokê berê yê Amerîkayê û namzedê Serokomariyê yê Partiya Komarî Donald Trump kir eşkere kir.

Di daxuyaniya FBIyê de hat ragihandin ku êrîşkar Thomas Matthew Crooks ê 20 salî yê ji Bethel Parka Pennsylvania ye.

FBI got, “Lêpirsîn hîna berdewam e, û her kesê ku agahdariya kêrhatî hebe, tê çaverê kirin ku wêne û vîdyoyan li ser înternetê parve bike.”

Crooks piştî ku gule berdan Trump ji aliyê ajanên Servîsa Veşarî ve hat kuştin.

Alîgirê Trump ku ji BBC re axivî, îdia kir ku wî dît ku zilamek bi tivingê hilkişiya ser banê avahiyek nêzîk dema ku serokê berê di mîtîngê de diaxivî.

Associated Press diyar kir ku li cihê bûyerê tivingeke cureya AR-15 hatiye dîtin.

Pustên heman beş