HRW: Îran bi tundtirîn şêwe rûbirûyî kolberan dibe

HRW-Info

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) rexne li hikûmeta Îranê girt got: “Îran bi tundtirîn şêwe rûbirûyî kolberan dibe”.

HRW di raporekê de diyar kir, tenê di sala 2023an de li ser sînorên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, 44 kolber hatine kuştin û 463 kes jî birîndar bûne ku %80 ji wan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Wê rêxistina çavdêriya mafên mirovan got, herî kêm 28 ji qurbaniyan ciwan bûn û kolberên ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatine desteserkirin, rastî eşkencedanê hatine.

Rêxistina Mafê Mirovan “Hengaw” duhî belav kiribû, kolberekî xelkê Selasî Bawacanî li sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bi guleya rasterast a hêzên Îranê hate kuştin û 4 kolberên din jî birîndar bûn.

Pêştir jî Hengawê ragihandibû, tenê di meha Hezîrana îsal de herî kêm 10 kolber hatine kuştin yan hatine birîndarkirin ku %90 ji wan rastî ji aliyê hêzên Îranê ve teqe li wan hatiye kirin.

Herwiha Human Rights Watch karê kolberiyê weke karekî dijwar û metirsîdar bi nav kir ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji ber bêkarî û hejariyê neçar in ku vî karî bikin.

Pêştir jî, endamên Parlamentoya Îranê gelek caran behsa wê yekê kiribûn ku bêkarî û hejariya zêde li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, bûye sedem ku xelk karê kolberiyê bikin.

Endamê Encûmena Bilind a Parêzgehên Îranê Qubad Kerempûr jî gortibû: Zêdetir ji sedî 50 ê kolberan bawernameyên lîsans û masterê ji zanîngehan wergirtine, lê ji ber nebûna kar, berê xwe danê vî karê metirsîdar ku dema ji malên xwe derdikevin, hêviya wan a vegerê nîne.

Pustên heman beş