Efrîn – Otomobîla serokê encûmena Raco hat teqandin

Raco -teqin

Otomobîla serokê encûmena xwechî ya Raco ya navçeya Efrînê yê girêdayî desthilata dagîrkeriyê, îro hat teqandin û kurrê wî bi giranî birînda bûye.

Otomobîla serokê encûmena xwechî ya bajarokê raco yê Efrîna Rojava Kurdistanê îro, 30/01/2022, bi mînekê hat teqandin û di encamê da kurrê serokê encûmenê bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyên destê me, Hec Oso serokê encûmena xwechî ya Raco di nav otomobîlê de nebûye, lê belê kurrê wî ku temen 14 salî ye, bi giranî birîndar bûye û ji ber ku birîna wî xeter bû, lingê wî hatîye jêkirin.

Pustên heman beş