Balafiran li Biradostê bombe li PKKê barandin

pkk-bradost-f16-kck

Balafirên cengê yên dewleta Tirkiyê, îro baregehên rêxistina PKKê li devera Biradostê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Îro roja sêşemê 8/2/2022 ê li demjmêr 11:45, Balafirên cengê yên dewleta Tirkiyê baregehên PKKê li zozanên Berbezîn û çiyayê Bolê bombebaran kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, tu agahî li derbarê zirarên giyanî nehatine bi dest xistin.

Navçeyên Biradostê yên ku îro ketine ber êrîşên hewayî, baregehên PKKê lê ne û ji ber vê xelkê sivîl lê nemane û di werzê zivistana îsalê jî de koçer ji ber PKKê nikarîne biçin wan deran.

Pustên heman beş