Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê îro jî liv û tevgera çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û 5 çekdar li herêmên Zapê û Avaşîn armanc girtin.
Li gorî agahiyên ku wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja çarşemî 9\2\2022 ê belav kirine, di êrîşa asîmanî de, balafirên şer pêgehên PKKê li herêmên Avaşîn û Zapê yên Başûrê Kurdistanê kirine armanc.
Dest nîşan kir, di êrîşê de, 5 çekdarên pekekê hatne armanc girtin û jyana xwe ji dest dane.
Rêxistina PKKê li derbarê êrîşê û wendahiyên xwe tu agahî nedane.