HSDê îro ev zarok li Dêrazûrê kuşt

hsd-qsd-sdf-derazour-child-kill-murder

Hêzên Sûryeya Demokratîk HSDê, îro di operasyoneke bi serdagirtina malekê de li Dêrazûrê ku ji bo desteser kirina tuhmetbarekî encam dabû, zarokek kuştin.

Li gorî Rwangeha Sûrî a mafên mirovan, îro roja çarşemî 9\2\2022ê, Hêzên HSDê bi ser malekê de li bajarokê Besîre yê gundewarê rojhilata Dêrazûrê de girtin, operasyon ji boy desteser kirina tuhmetbarekî bû ku karê qaçaxçêtiyê li nêvbera herêmên HSDê û rejêma Sûriyê de dikir.

Dest nîşan kir, di encama vê operasyona HSDê de, pevçûn li gel tuhmetbarê çêbûye û zarokek ku birayê tuhmetbarî ye, bi gulleyên çekdarên HSDê hatîye kuştin.

Rwangeha Sûrî eşkere kir, hêzeke Hevpeymanîya Navdewletî, pişitgirîya asîmanî ji boy vê operasyona HSDê dabîn dikir.

Pustên heman beş