Îro 9ê Sibata 2022yan, çalakvanên Rojava Kurdistanê helmeteke piştevaniyê ji boy herdu rojnamevanên bi navên Sebrî Fexrî û Bawer Ehmed ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatîne desteserkirin dest pê kir.
Çalakvanan li ser torên civakî haştagek belav kir û tê de banga serbestberdana herdu rojnamevanan kir.
Haştag li jêr navnîşana van hevokane:
Ragihandin ne tawane
Azadî bo Bawer û Sebrî
Azadî bo wan ji zîndanên PYDê.
Ev demeke ku çekdarên PYDê li Rojava Kurdistanê ji bilî girtin û îşkencekirin û heqaret kirin bi alîgir û endamên partiyên ne nêzî PKKê, dest bi girtina rojnamevan û saziyên medyayî li Rojavayê Kurdistanê kirine.
Çekdarên PYDê rê bi ti medyayeke serbixwe yan jî medyayeke partiyek din ji bilî PKKê nadin ku li Rojava kar bikin.