Tan:Ocalan ji helwesta Demirtaş aciz bû !

Tan:Ocalan ji helwesta Demirtaş aciz bû !

Parlementerê berê yê HDPê Altan Tan, di medyascopê de bersiva pirsên rojnemevan Ruşen Çakir dide û di derbarê HDPê û Ocalan de hinek tiştên balkêş dibêje.

Tan dibêje: Divê hinek tişt bêne gotin. Ne HDP û Hukumet li ser masê rûnişt, Hukumet û Ocalan rûniştin. HDP di nav wan de diçû dihat.Min piştî hevdîta ewil îtiraz kir û got: “ em ne posteci ne, eger gotineka min hebe ezê bi xwe herim bêjim, eger ez bi navê xwe, partiya xwe û gel gotubêjê bikim ez di vî karî de heme, na eger postecî bim ezê bejim herin postexaneyê“ Piştî civîna ewil ez ji heyetê derêxistim, hevalên min jî li min xwedî derneketin. Selahattin Beg jî li min xwedî derneket. Kesekî negot hûn çima vî ji heyetê dertêxin. Hevalên ku pozisyon qebûl kirîn gotubêj berdewam kirin.

Di wê demê de axavtinên Selahattin Beg jî hene ku digot: “Emê peykerê Ocalan deynin“Eger îradeya te îradeya serokatiyê be, muxatab Ocalan e. Ji bo vê eger Ocalan li ser wî maseyî rabe û bêje ev kar xilas bû, xilas dibe, berdewam bike berdewam dike. Ev yek ji bo min derbas nabe, min ev yek ji wan re got û xwe da aliyekî. Heta Ocalan li ser masê ranebe û tu gavên wî avêtîn vale derêxî Ocalan ji vê yekê aciz dibe.

 Berdewamiya axavtina xwe de Tan dibêje: Di serî de  “ Em te nakin serok“ vekirî bêjin ev gotin ji kû derket? Çewe ev yek hate rojevê, helwesta Ocalan li himber vê gotinê çibû? Rabin vê yekê eşkere bikin.Ez naveroka vê hemûyê dizanim, eger pêwist be ezê rojekî eşkere bikim. Ocalan gelek bi tundî helwest li himber vê danî. Ocalan dibêje “ Vî karî serast bikin“ Belgeyên vê hemû hene.

TAN berdewam dike û dibêje: Herkes dizanê ku Ocalan aciz bû, ev ne tiştek nehînî û veşartiye.Hemû agahî di destê hikûmetê de hene. Em bêjin aliyek van agahiya eşkere nake, başe tu ji bo çi eşkere nakî? Hemû hevdîtin hatine qeydkirin. Ocalan negotiye ku, min ev kar xilas kir ez hêdî vê leyiztikê naleyzim. Ocalan ser masê ranebûye. Tu ji aliyekî ve dibêjî Îrada min Ocalan e û ji aliyê din ve tu guh nadî Ocalan û wî vale dertêxî. Qonaxa dawî ya “pêvajoya çareseriyê“ de aciziyek mezin a Ocalan ji van hebû.

Pustên heman beş