Kiliçdaroglu: Ez pereyê elektrîkê nadim

Kiliçdaroglu erdoğan

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li hemberî bilindkirina bihayê elektrîkê nerazîbûn nîşan da û got, “Heta ku Erdogan bihayên ku di 31ê Kanûnê de îmze kiribû paşve nekişîne, ez dê ji îro pê ve fatûreya elektirîkê nedim”.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî videoyek belav kir û tê de behsa bihabûna elektirîkê jî kir.

Kemal Kiliçdaroglu der barê fatûreyên elektrîkê yên van demên dawî de zêde bûne wiha got: “Çima fatûreyên we yên elektirîkê zêde bûn? Kê çav berdeya pariyê nanê hişk yê we? Tenê bi hev re em dikarin dawî li vê zilmê bînin. Fermo em li vir, li ser vê tabloyê biaxivin”.

Kiliçdaroglu got: “Eger hûn li firotina saziya elektrîkê bo şexsan binêrin, hûn ê navên pir nas bibînin. Hûn dê li wir koma çeteyên ji pênc kesan pêk tê bibînin. Wan çeteyan çi kir? Her tişt şelalndin. Çîroka vê şelandine hinekî dûr û dirêj e. Lê eger ew bixwazin, em jî dikarin behsê wê jî bikin”.

Serokê Giştî yê CHPê bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got: “Zema elektrîkê ya ku te di şeva 31ê Kanûnê de îmze kiriye paşde bistînin. Bila fatûre bibin weke beriya 31ê Kanûnê. Te çawa bihayê wê zêde kir, divê bi heman awayî kêm jî bikî.

Heta ku Erdogan zema ku di 31ê Kanûnê de îmze kiribû venekişîne, ez dê ji îro û pê ve fatûreyên xwe yên elektrîkê nedim”.

Pustên heman beş