Mihemed Hacî Mehmûd: PKKê baştirîn pêwendî bi Îran, Îraq û Sûryê re hene

Mihemed Hacî Mehmûd: PKKê baştirîn pêwendî bi Îran, Îraq û Sûryê re hene

Sekreterê Partîya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, hin agahî li derbarê rêxistina PKKê eşkere kirin û ragihand, dema ev partî hatîye damezrandin, tev partiyên din ên li Bakurê Kurdistanê tasfîye kirin.

Mihemed Hacî Mehmûd di rûpela 32 – 33 ji berga pêncemîn a pirtûka bîreweriyên xwe de ku bi navê “Rojimêrên Pêşmergeyekî” weşandine, bas li bûyerên salên 90 an ji sedeya rabûrî dike û dibêje: PKKe hêzeke Kurdistana Tirkiyê ye, ji hêla Abdulla Ocalan ve hatîye ava kirin, bawerîya vê hêzê bi tu hêzên din yên Kurdî tune, her li destpêkê her çi partî û tevgereke Kurdî li Bakurê Kurdistanê heye, tasfîye kirin û hemû ji nav birin.

Mihemed Hacî Mehmûd amaje bi dagîrkirina navçeyên parêzgehên Dihok û Hewlêrê ji hêla PKKê ve dike û dibêje: Paş serhildana adara 1991 an, PKKê sûd ji valatîya ewlehiyê ya li Başûrê Kurdistanê wergirt û beşeka herî mezin a navçeyên sînorê Dihokê û Biradostê girêdayî Hewlêrê girtin destê xwe, baregehên xwe li Badînan çêkirin, pêşî li wan hemwilatîyan digirt yên ku rejîma Bes derbeder kirbûn û nehişt vegerin gundên xwe.

Her wiha sedemên hatina artêşa Tirkiyê bo sînorê Başûrê Kurdistanê ji boy peymaneke berê a li nêvbera rejîma Îraqê û Enqerê de vegerand ku li gorî wê peymanê artêşa Tirkiyê dikare 15 heya 20 kîlometroyan ji boy lêdana PKKê derbasî sînorê Başûr bibe, di wan dema de, PKKê li navçeyên Badînan êrîş birin ser Tirkiyê û li nav xaka Kurdistanê li bajarokan baregeh ji xwe re çêkirin û dest bi xebata çekdarî û siyasî kir û bêy ku destûrê ji PDKê, YNKê yan Hikûmeta Başûr weribigre, Tirkiye jî bi vê yekê hêrs bû.

Mihemed Hacî Mehmûd di pirtûka xwe de di bêje: PKKê bahwerî bi xebata li gel ti partiyên Kurdistanî nîne, bahwerî bi hevpeymanetiyê tune, belku li gorî wê divê partiyên hemû parçeyên Kurdistanê Ocalan weke serokê netewî yê Kurdan qebûl bikin û PKKe her biryareka bide cî bi cî bikin.

Li derbara pêwendîya bi dewletên dagîrker re, Mihemed Hacî Mehmûd dibêje: PKKe bi navê Kurdistana Mezin û tiştên atîfî bahweriyê ji hinek kesan re çêdike, tuhmetan ji partiyên Kurdistanî re çêdike û wan bi pêwendiyên li gel dewletên Herêmî sûçbar dike, lê belê PKKê berê û niha jî baştirîn pêwendî li gel her yêk ji Îranê, Îraqê û Sûryê hene û ev pêwendiyên wê hêjan dewam dikin.

Pustên heman beş