Artêşa Iraqê nav Kerkûkê tijî hêzên serbazî û otomobîlên serbazî kiriye

Artêşa Iraqê nav Kerkûkê tijî hêzên serbazî û otomobîlên serbazî kiriye

Artêşa Iraqê bi behaneya ku girtîgeha ku girtiyên DAIŞê tê de ne, di bin metirsiyê de ye, nav bajarê Kerkûkê tijî hêzên serbazî û otomobîlên serbazî kiriye.

Artêşa Iraqê her carê bi behaneyekî bajarê Kerkûkê milîtarîze dike û li nav bajêr tijî serbaz û otomobîlên serbazî dike û xelkê ditirsîne.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ev çend roj in artêşa Iraqê bi behaneya ku girtîgeha girtiyên DAIŞê tê de ne, di bin metirsiyê de ye, nav Kerkûkê tijî serbaz û hêzên taybet û otomobîlên serbazî kiriye.

Di demekî de ew girtîgeha ku girtiyên DAIŞê tê de ne, bi tundî tê parastin û beşek mezin ji girtiyên metirsîdar yên DAIŞê jî ji wê girtîgehê derbasî girtîgehên Bexda û Silêmaniyê hatine kirin, ji ber wê jî behaneya artêşa Iraqê bo bicîhkirina serbazan li nav Kerkûkê zêde ne di cihê xwe de ye.

Ew hêzên wan jî bi fermana fermandeyekî Iraqî bi navê Elî Firêcî li nav bajêr hatine bicîhkirin. Firêcî bi wê yekê tê naskirin ku neyarekî tund yê kurdan e.

Wî fermandeyî piştî hilbijartinên Iraqê jî, ku kurdan karîn 6 kursiyan bi dest bînin, ji kerba serkeftina kurdan tijî nav bajêr hêzên serbazî kiribû.

Pustên heman beş