Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser çalakbûna rêxistina DAIŞê li navçeyê hişyarî da û diyar kir ku divê bilez rêkarên pêwîst pêk bînin beriya ku çekdarên DAIŞê hejmûna xwe vegerînin.
Mezlûm Ebdî ji ajansa nûçeyan a AP re ragihandiye: “Me çendîn car gotiye ku eger hewldanên xwe ji bo rûbirûbûna DAIŞê zêde nekin, ew ê cardin hejmûna xwe vegerînin û bihêz bibin.”
Ebdî li xwe mikur hatiye ku berpirsyarita êrîşa xwînavî ya meha borî ya li ser Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê li stûyê HSDê ye û got: “Em di cîbicîkirina erk û berpirsyariya xwe de xemsar bûn, çimkî zanyariyên me yên îstixbaratê hebûn ku niyeta wan a encamdana êrîşê heye, me çend rêkar jî pêk anîn, lê piştre me şikest xwar.”