Ahmet Takan: li Îmraliyê trafîk girane; di Newrozê de nameyeke nû di rê deye

Ahmet Takan: li Îmraliyê trafîk girane; di Newrozê de nameyeke nû di rê deye

Nivîskarê netris Ahmet Takan, di nivîsa xweya balkêş de gotina serokomar û serokê giştîyê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan ya têda gotî “Ewê li Edirneyê wê baceke mezin bide yê li Îmraliyê” bi bîr xist û got, “li Îmraliya ku Abdullah Ocalan lê kêfa xwe dike trafîk zêde bûye.”

Beşa gotara Takan a têkildarî vê yekê wihaye:

“Werin em hefteya borî bi agahdariyên paşperdê yên girîng bi dawî bikin. Bila geşedanên ku piştî gotinên serokê giştîyê AKP’ê Tayîp Erdogan yên tê de ragihandî “Ewê li Edirneyê wê baceke mezin bide yê li Îmraliyê” ku ji meha borî û vir ve di rojevê deye, ronî bikin!

Li gorî agahdariyên kûrên pişt perdeyê yên li Enqereyê de dihatin axaftin, li Îmraliya ku Abdullah Ocalan lê kêfa xwe dike, trafîk zêde bûye… Nameyek nû di rê de ye ku li Newrozê wê were xwendin. Hat îdîakirin ku vê carê parêzerên wî dê nameya Ocalan bixwînin. Ka em binêrin vê carê dê çi j nameyê derkeve… Ocalan dê çiqas bikaribe berisva daxwazan bide?… Û daxwazên wî yên nû dê çi bin?