Neviyê Şêx Seîd: Cudahiya Tirkiyeya niha ji ya 1925an nîne

Neviyê Şêx Seîd: Cudahiya Tirkiyeya niha ji ya 1925an nîne

Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên wî da xuyakirin, di salvegera 97emîn ya serhildana Şêx Seîd de jî, mafên Kurdan nayên qebûlkirin û cudahiya Tirkiyeya niha ji ya 1925an nîne.

Komeleya Şêx Seîd û Hevalên wî, bi mebesta salvegera 97emîn ya serhildana Şêx Seîd, li Diyarbekirê daxuyaniyek belav kirin.

Serokê Komeleyê û Neviyê Şêx Seîd, Mihemed Qasim Firat da xuyakirin, piştî 97 salan fişarên li ser Kurdan didomin û Kurd ji hemû mafên xwe bêpar hatiye hîştin ku rewşa niha ji sala 1925an cudatir nîne.

Firat got, Kurdan piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn doza welatê xwe kirin, lê Kurdistan hate parçekirin û li tI parçeyekê mafên wan nehatin qebûlkirin.

Herwiha got jî, bi vê armancê Şêx Seîd û hevalên wî serî hildan, lê piştî şikestina serhildanê û bidarvekirina şêx Seîd û 47 hevalên wî, hîn jî cihê gorên wan nayên diyarkirin.

Serhildana 1925’an ku di 13’ê Sibatê de dest pê kiribû, piştî ku serhildan têkçûbû, Şêx Seîd Efendî û hevalên wî di 29’ê Hezîran a heman salê de, li Diyarbekirê hatibûn darvekirin.

Pustên heman beş