Bi sedema Ocalan li 4 bajarên Kurdistanê 69 kes hatin binçavkirin

Bi sedema Ocalan li 4 bajarên Kurdistanê 69 kes hatin binçavkirin

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê û Wanê, li ser gilîkirinan; di derheqê hin kesan de, bi hênceta ku dê di salvegera girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan de çalakî bikin, biryara desteserkirinê dane. Di encama operasyonên ku ji 14’ê Sibatê ve hatine kirin de jî, li Diyarbekirê, Mêrdîn, Wan û Colemêrgê 69 kes hatine destser kirin

Li gor agahiyên hatine ragihandin, li Diyarbekir û Mêrdînê 27 kes, bi hênceta ku gilî hatiye kirin dê di salvegera girtin û anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan de çalakî bikin, hatine desteser kirin û hin kesên ku giliyê wan hatiye kirin jî li navnîşanên diyarkirî nehatine peyda kirin.

Dîsa li Wanê jî li 3 bajaran bi hinceta ku propagandaya rêxistina terorî kirine û piştgiriya rêxistinên terorî dikin operasyon hatine lidarxistin û di encama wan operasyonan de jî li Colemêrgê 12, li Wanê jî 30 kes hatine desteser kirin.

Di nava kesên ku hatine desteserkirin de, ji rêxistina Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û Tevgera Jinên Azad TJA’yê jî endam û rêber hene.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê piştî hatibû destserkirin, ji bo Tirkiyeyê hatibû veguhastin. PKK’yî jî wê rojê wek roja komployê pênase dikin û dibêjim li hember Ocelan komploya navneteweyî hatiye kirin.

Pustên heman beş