Weqfa Lêkolînên Çanda Kurdan li Stenbolê paneleke bi sernavê, ‘Tevgera Perwerdeya Bi zimanê Dayîkê ya Civaka Kurdan û Daxwazên Wan’ lidarxist.
Piştî proseya hilbijartina dersên bijarde sazî û dezgehên kurdan berdewam in li ser rewşa zimên û pêşvebirina têkoşîna di vê mijarê de. Di heman çarçoveyê de Weqfa Lêkolînên Çanda Kurdan li Stenbolê paneleke bi sernavê, ‘Tevgera Perwerdeya Bi zimanê Dayîkê ya Civaka Kurdan û Daxwazên Wan’ lidarxist.
Di panêlê de Prof. Azîz Yagan li ser vê mijarê axaftinek kir û da zanîn ku kurd divê li qada sivîl pêngavên baştir biavêjin û hemû mafên xwe yên miletbûnê bikarbînin.
Di panelê de hejmarek berpirs û serkirdeyên sazî û partiyên kurdan yên li Stenbolê jî amadebûn.