Rastiya gireva birçîbûnêya Mazlûm Dag û Remezan Er

Rastiya gireva birçîbûnêya Mazlûm Dag û Remezan Er

Çapemeniya PKK’ê herî dawî ragihand «Mazlûm Dag û Ramazan Er» ku di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlêrê li xwaringehekê de 3 dîplomatkarên Tirkiyê kuştibûn dema 8 rojane di gireva birçîbûnê de ne. Çapemeniya PKK’ê ji bo ku bûyerê trajîk bike çîrok çêkirin û ragihand dadgeha PDK’ê ji ber kuştina sê sîxurên Mîtê cezayê îdamê li wan du kesan biriye.

Roja 21ê Sibatê di weşana PKKêya li Silêmaniyê «Roj News»ê de hat îda kirin ku rewşa tenduristîya «Mazlûm Dag û Ramazan Er» nebaşe û heta îda kirbû ku xwîn vereşyane. Di heman demê de rojnameya PKK’êya bi navê ANF’ê, nûçeyek li ser navê “Daxwazên Dag û Er hatin qebûlkirin, dawî li gireva birçîbûnê anîn”, parve kir.

Gireva birçîbûnê ku di 13ê Sibatê de dest pê kirbû, di 20ê Sibatê de bi dawî bû. Çapemeniya PKK’ê di nava van 7 rojan de bi hemû hêza xwe ev bûyer manîpule kir û hin hesasiyetên gel bi kar anîn. Bi berdewamî ragihand ku kesê di xwaringeha Hoqebaz de hatiye kuştin endamê Mîtêye û hwd. Îfade hatin bikaranîn. Bi rastî jî di roja bûyerê de 3 kes hatin kuştin. Dag û Er wek qatilên ne yek kes belku 3 kesan, hatin darzandin û cezayê îdamê li wan hat birîn. Dag û Er li xwe mukir hatin ku çawa bûyer pêk anîne.

Hiqûqnas û çavdêrên siyasîyên li herêmê diyar dikin ku PKK bi xistina «Dag û Er» di rojevê de rastî van her du kesan tê. Medyaya PKKê van her du kesan salê çend caran tîne rojevê û wek malzemeya propagandayê bi kar tîne. Ji ber ku bi qanûnê divê ev her du kes bên Tirkiyeyê yan jî biryara îdamkirinê ya di der barê wan de bê cîbicîkirin.

Tirkiyê di destpêka çalakiyê de dest bi însiyatîfeke mezin kir ku ev her du kes radestî wan bên kirin. Balyozê Tirkiyêyê li Bexdayê roja 11ê Îlona 2019ê bi fermî daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî kir ku «Dag û Er» radestî Tirkiyê bihên kirin. Daxwaza ku ji Herêma Kurdistanê re hatiye şandin ji aliyê Hikûmeta Başûr ve nehat qebûlkirin. Pişt re Tirkiye gelek hewl da ku van her du kesan radest bike. Lê belê ev kes nehatine teslîmkirin.

Çavkaniyên «Darka Mazî» jî ragihandin ku gotina berpirsê girtîgehêya di medyaya PKK’ê de hatiye vegerandin ku têde tê îdîa kirin wî gotiye, “Emê tola kuştina endamê Mîtê Osman Kose ji we helînin” ne raste. Rayedarê asayîşê got, “di zindanê de endamên DAIŞê hene ku bi dehan pêşmerge şehîd kirine, lê ti tolhildan li himberî wan nayê kirin, karê me ne darzandin e. Kesên berê hatine darzandin û cezayê wan hatiye diyarkirin tên cem me. Ji yekî ku biryara îdamkirina wî hatiye derkirin wê çi tol were girtin?”

Di yasaya cezayêya Iraq û Herêma Kurdistanê de cezayê îdamê heye. Cezayê îdamê ji bo kuştin, îstismara zarokan û hwd tê dayîn. Ev ceza di demeke kin de bê dereng tên sepandin. Cezayê Mazlûm Dag û Ramazan Er heta niha nehatine bicihanîn. Kesên ku herêmê nas dikin, dibêjin ku sedema ne cezakirinê nêzîkatiya hestiyara Herêma Kurdistanêye û divê PKKe bi dîtna vê nêzîkatiyê dest ji vê bûyerê berde û bûyerê neke malzemeyek propagandayê.

Ji bo gihîştina lînka gotara ku berê li ser vê mijarê li ser malpera me hatî nivîsandin: hittpis://darkamaz.com/arçves/1011322

Pustên heman beş