Cezayê du tewanbara di bûyerê derbarê kuştina sê kesan de li Xwaringeha Hokkabaz ji hêla hin derdoran ve veguhastîye mijara şow û megezîn ê. Lê belê, hem bûyer û hem jî pêvajoya girtina tewanbaran pir cûda ne.
Yên cînayet şermezar ne kirî çima cizayê sêdaredanê şermezar dikin
Her çend wusa hate dîyarkirin ku wekî tenê karmendê Konsolxaneyê Osman Kose li xwaringeha Hokkabaz hatiye gulebaran kirin jî, lê belê du sivîlên din jî li wir hatibûn kuştin. Ewên ku dadgeha Hewlêr ê biryara sêdaredanê dayînê, ne ew kesin yên bêguneh. Ewan sê kes kuştine. Beriya her tiştî, armanca kampanya ku PKK ê li dijî vê biryara dadgehê dayî despêkirin, normal kirina vê cînayetê ye. Ez dixwazim ji wan kesên ku li Ewropa daxuyanî didin û dibêjin cezayê darvekirinê ne goreyî mafên mirovan e bipirsim; Dema ku van kesan karmendek konsolxaneyê û du sivîlên Kurd gulle baran kirin, ma we got, “vê cînayetê de, du mirovên bêguneh ên Kurd mirin, ez PKK ê, rêxistina ku ev çalakî pêk anî û qadroyên wê yên kujer, şermezar dikim?” yên cînayet şermezar ne kirî çima darvekirinê şermezar diken?
Em ji Abdullah Demirbaş û Firat Anli, ku li Ewropa di însîyatîfa dijî sêdaredanê de cîh digirin û hemû endamên din ên komê dipirsîn: “Ma we kuştina Xazî Salih Alîxan, ku li ber çavê 5 zarokên xwe bi biryara rêvebirîya PKK ê di 8 ê Çirî yê de hat qetil kirin, şermezar kir?” Xazî bavê pênc zarokan bû, kesê ku li dijî Seddam dehan sala şer kiribû ma. Xazî jî ne ewladê dayikûbavan bû? Ma mafê xazî jî, yê jiyanê tune bû?
Yên ku li dijî cezayê darvekirinê înîsiyatîfê digirin dê fermanên darvekirinê yên PKK ê jî, ku bi biryara du-sê kesan bê dadgeh bi hinceta ajan bûnê ji bal PKK ê ve dihêne kuştin jî şermezar bikin gelo? Ya ku ji bo me girînge ve ye. Ger hûn yên mafê jiyan parastinê ban, pêwîst bo we mafê jiyana Hikmet Fidan jî biparastiba. Mafê wan kesên PKK ê kuştin jî biparêzin. Hikmet Fidan piş guhê we ji layê PKK ê ve hate kuştin.
Sûca Mehmet Dag û Ramazan Er sûca îxaneta welat e
Ya ku li xwaringeha Hokkabaz qewimî ji bo Kurdistanê sûca îxanetê ye. Ji ber ku bûyer ne li dijî dewleta Tirkiyê bû, bi rastî li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatîye çêkirin. PKK ê bihara 2019an de li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara şer girtibû. Fermandarê HPG yê wê demê Bahoz Erdal, di Adarê de daxuyaniyek da Stêrk TV û got, “Em peymana beşerî ya bi Rêvebirîya Kurdistana Başûr re heyî xerab dikîn.” Dûv re yekser, di 27ê Golanê de rêxistinek bi navê “Hêzên Xweparastina cewherî a başûr” hat damezrandin.
Di pişt re, 17ê Tîrmehê, sê kes li Xwaringeha Hokkabaz hatin kuştin. Vê bûyerê çi zîyan neda dagirkerîya Tirk. Tenê xisar da başûrê kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku da wê demê hête damezrandin.
Armanca PKK ê ne ew bû ku endamê Mît ê bikuje armanc ew bû ku Rêvebirîya Kurdistanê bixe nav alozîyan. Navê Hewlêr wekî cîhê herî aram li Rojhilata Navîn tête hesibandin, dê têk biçe û li ser karsazên aborî dê dudiliyê bide çêkirin. Ji ber vê yeke di navendê de sûça îxaneta li Kurdistanê heye. Ger ku hûn bi dogmayên îdeolojîk ên pêkenok liv ê bûyera Hokkabaz binerin, dê bi zelal î bi bînin ku li cewher de îxanet li kurdistanê hatîye kirin. Di eslê xwe de, ew karê îxanetê ye. An jî kes nikare vê îzahbike heçku PKK ê hemû endamên MIT ê yên 783.356 km2 li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû kuştine tenê ew endamê Mît ê yê li Hewlêr ê ma bû.
Wekî din PKK ê di got ev kes rayedarek MİT ê bû û para wî di kuştina rêveberên PKKê yê wekî Diyar Xarib sînaryo ya PKK ê bû. Li pişt bûyerê karbidestên Mît ê yên ku li deste PKK ê de esîr (!), hene. Osman Kose kaşî cihê bûyerê kirine. Hin şirîkên PKK ê ev kirin. Bê guman, adetek rastîyan heye ku eşkere eşkera dibin. Em li vir tenê notek daydinîn ku di pêşerojê de vê mijarê şirove bikin.
Sebra zêde ya Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê
Hin berpirsiyarên bûyerê hatin girtin, yên din jî reviyan Kampa Mexmûr. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember Mezlûm Dag û Ramazan Er, ku rasterast di nava bûyera girêdayî PKK ê de bûn ji bo van girtîyan nêzîkbûnek adil hatîye nîşankirin.
Hikûmeta Tirkiyê li ser bingeha qanûnên navneteweyî û yên sûcdar û kesê hatî kuştin ji ber hemwelatiyên Tirkiyeyê bûn destnîşan kir ku wan girtîyan radestî wan bike. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew daxwazîya Tirkiya redkir û di asta dewleta Iraqê de hewlên xwe meşandin.
11ê eylûla 2019an balyozê Tirkiyê li Bexdayê ji Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî daxwaza hevdîninê kir. Kombûn ji bo çapemeniyê girtî hate kirin û di vê civînê de Tirkiyê de ji Iraqê daxwaza radestkirina her du girtîyan kiriye. Adil Abdulmehdî ev daxwaza fermî radigihîne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bersivek na werdigire. Dûv re, Adil Abulmehdî di serdana xwe ya Hewlêr de di 11 Çile, 2020 de ev daxwazî gihande serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û bersiv dîsa nerînî wergirtîye.
Dewleta Tirk di vê mijarê de îsrara xwe didomîne û di 9ê Golanê de, ew dîsa bi rêya Sefaretxaneya Tirk van du kesan ji Serokwezîrê nû yê Iraqê, Mustafa Kazimî, dixwazin. Rêveberiya Kurdistanê jî heman daxwazê red dike.
Yek ji sedemên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir zû pêvajoya dadgehê didomîne ew e ku pêvajoya dozgerîyê zû were bidawîkirin û pêşî li destpêşxeriyên qanûna navneteweyî ya destwerdanên biyanî were girtin. An rêveberiya Herêma Kurdistanê di karî bû ji bo vê kêşe yê li ser milên xwe bavêje van girtîyan radestî tirkiyê bike. Gotina navdar a Mele Mistefa Barzanî: “Kurdên baş, dijmin dikujin. Kurdê xerab jî eger em bikujin dê Kurd nemînin” ev soze hatîye şopandin, û ev kesene radestî Tirkiyê nehat kirin. Heke PKK-KCK li ser Pirsgirêka Şingalê êrîşî hikûmeta herêmê bike û vê biyara dadgehê bike mijara show ê dê sebra Hikûmeta Kurdistanê jî bifûre.
Pêwîsta malbatên Er û Dag pêşî bangî KCK bigirin û nehêlin ev bûyer bibe Show kî siyasî. Mijara darvekirinê bi helwesta KCK ê ve girêdayî ye. KCK nikare bêje dê ez her cûre îxanetê li herêma Kurdistanê de bikim, ez kê bixwazim dê kujim, bê kontrol dê tevbigerim, dê tevlîheviyan derxim, dê weke erkdarekê dagirkeran xebatê bikim… û dûv re tu nikarî behsa mafên mirovan û edaletê bikî.