Tirkiyê ji Îmaratê daxwaza radestkirina Sedat peker kir

sedat-peker-turkey-emirat

Wezareta Dadê ya Tirkiyê bi mebesta radestkirina mafyager Sedat Peker ku wekî serokê rexistina sucên organîze tê sûcdarkirin, ji Îmaratê daxwaza desteserkirina wî kir.

Rêxistina Polîsên Krîmînal a Navneteweyî (INTERPOL) ji bo Sedat Pekerê ku li Tirkiyê weke “serokê rêxistina sûcê organîze” tê sûcdarkirin, li 194 welatan biryara “bultena sor” a lêgerîn û desteserkirinê derxist.

Bultena Sor a ku di 1ê Sibata 2022an da hate derxistin, ji Serdozgeriya Komarê ya Stanbolê û Serdozgeriya Komarê ya Bursayê re hat şandin.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî bi mebesta radestkirina Sedat Peker bo wî welatî, daxwaza desteserkirina Peker ji Îmaratê kirç

Di nameya ku ji Îmaratê re hat şandin de, wezaretê daxwazên radestkirinê yên Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ji bo Sedat Peker amade kiribûn bi bîr xistiye.

Sedat Peker bi sedema ku rêveberiya rexistina sucên organîze tê tometbarkirin, li Stenbol û Bursayê di 5 dozên cuda de tê darizandin.

Sedat Pekerê ku wek serokê rexistina sucên organîze tê tometbarkirin di parvekirinên xwe yên sansasyonel yên li ser medya civakî li dijî payebilnd ên Tirkiyê ketibû rojeva Tirkiyê û cîhanê.

Pustên heman beş