Êrîşeke Îsraîlê 3 leşkerên Sûrî li derdora Şamê kuştin

israil-syria-army-bomb-atack

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ragihand, di encama êrişa mûşekî ya Îsraîlê li ser navçeyên derdora Şamê de, 3 leşker hatine kuştin.

Jêderekî leşkerî ji “SANA” re ragihand, îro demjimêr 01:10 Îsraîlê ji aliyê bakurê Gola Teberiyayê ve bi mûşekan êrîşî hin xalên li derdora bajarê Şamê kir.

Wî jêderî amaje bi wê da, sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê rûbirûyî mûşekan bûne û piraniya wan xistine xwarê.

Diyar kir jî, di encama êrişê de 3 leşker hatin kuştin û hin ziyanên madî çêbûn.

Duhî jî artêşa Îsraêlê bi çend mûşekên zemîn-zemîn ji Golanê ve êrîşek pêk anî û hin xal li derdora Quneytera kirin armanc û di encamê de ziyanên madî derketin.

Pustên heman beş