Çîn: Êrîşa li ser Ukrayna ne dagîrkerî ye

china-russia-ukraine-war

Çînê li derbarê êrîşa Rûsya ya li ser Ukraynayê daxuyanî da û ragihand, nabe ev êrîş weke dagîrkerîy bê mêze kirin.

Berdevkê wezareta derve a Çînê Huwa Çunîng paş destpêkirina êrîşa Rûsya ya li ser Ukraynayê got: Çîn ji nêz ve rewşê di şopîne, em ji hemû alîyekî dixwazin dan bi xwe de bigirin ji bo ku rewş ji kontirolê dernekeve.

Her wiha dest nîşan kir, nabe weke dagîrkarî li êrîşa Rûsya ya li ser Ukraynayê bê mêze kirin.

Berdevekê wezareta derve ya Çînê got: Tevî ku Rûsya hêz li dora Ukraynayê kom kirine û hinek ji wan hêzan ketine nav xaka Ukraynayê de, lê belê Çîn rexneyên dijwar li dewletên Ewropayê digre ku ceza li ser Rûsya sepandine.

Pustên heman beş