Fransa hêzê dişîne rojhilatê Ewropayê

Fransa hêzê dişîne rojhilatê Ewropayê

Serokerkanê Artêşa Fransayê Thierry Burkhard eşkere kir; di çarçoveya hêzên NATOyê de, Parîs 500 serbazan dişîne Romanyayê.

Thierry Burkhard diyar kiriye; ji bo piştevaniya endamên NATOyê li wê navçeyê, 500 serbaz, zirxpoş û alavên din ên serbazî dişînin Romanyayê.

Serokerkanê Artêşa Fransayê eşkere kiriye ku di çarçoveya NATOyê de hêzên wa li Estonyayê dimînin, ku ew welat cîranê Rûsyayê ye.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja pêncşemê 24ê Sibata 2022yan danê sibê biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê ragihand.

Putin diyar dike ku Rûsya nahêle Ukrayna bibe xwedî çekên atomî û bibe endama NATOyê.

Pustên heman beş