Enfalkirî jî ji “bêexlaqiyên” PKKê rizgarnebûn!

reber-ehmed-pkk-kurd-kurdistan-enfal
  • Simko Ebduleziz

Weke her tim min dixwest bizanbim ti agahî, nûçe li derbarê Gerîla hene, rewşa wan çawa dimeşe, ti serketin bi dest xistine, ji bo vê min medya PKKê di şopand, min nedî tiştek li ser rewşa Şervanan hatbe nivîsandin, berevajî pir bêexlaqiyên rêxistnê li ser Enfalkirî û malbatên wan hatin dîtin.

Malperê Rojnews yê PKKê mijarek ku xwediyê wê nediyare li ser şexsê Rêber Ehmed, wezîrê navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û namzedê PDKê ji bo posta serokkomarîya Îraqê hatîye parvekirin.

Wexta ku çavê min bi vê mijarê ketî, pir kêf xweş bûm, ez go ku ev PKKe ye wê pesna welatparêzekî bike, wê pesna Kurdekî bike ku Enfal jiyan kirîye û endamên malbata wî têde şehîdbûne. Ez fikirîm PKKê bi ciwanî li ser vî şexsî axvîye!.

Lêbelê texmîna min şaş derket, weke tê gotin “Ew ware, lê ne ew buhare”, min dî ku PKKê her çi gotinek neciwan û dûr ji rastiyê heye li ser şexsê vî mirovî nivîsandîye, tişta rast di wê nivîsa PKKê de tenê navê Rêber Ehmed û roja jidayîk bûna wî ye, tiştên din hemû derew û bêexlaqî ne ku li ser Enfalkirîyekî hatine nivîsandin.

Yê ku wê nivîsê bixwîne, wê du keval kevin ber çavên wî, yêk kadiroyekî hîzba Beis ku beşdarî qetilkirina Barzanîyan de kirbe, kevalê duyemîn jî nivîskarek Kurd li malperek Kurdî û bi navek Kurdî!.

Kevalê yekê:

Wexta rejîma Beis biryara Enfalkirina Barzanîyan girtî, her kesê destê rejîmê vêra gihîşt be, ku bi hezaran bûn hemû kom kirin û ber bi cîhanek nediyar birin ku heya roja me ya îro çarnivîsa wan nediyare, yêk ji wan malbatan, malbata Rêber Ehmed bû.

Wexta ev malbat li erebeyeke artêşa Îraqê tê swar kirin, li nêzî Hewlêrê erebe ji bo bêhnvedanê di sekine, ji nişkan ve dayîka Rêber Ehmed bi girî û qêrîn, bang li kadiroyên besî dike û daxwazê jê dike ku bi tenê Rêber û birayê wî ku hêjan zarok bûn azad bike, ev kadiroyê besî wîjdana wî di şuxile û bi gotina dayîka Rêber dike, Rêber û birayê xwe tên azad kirin û hemû endamên din yên malbatê tên Enfal kirin.

Rêber û birayê xu ku dû zarok bûn destê hev digirin û dest bi jiyanek zehmet dikin û hemû curên astengiyan dibirin û xwendina xwe di domînin û Kurdayetîya xwe bi zaxtir dikin ji bo ku li paşerojê tevlî şoreşa rizgar kirina Başûrê Kurdistanê bibin.

Kevalê duyemîn:

Malperek bi nav Kurdî ye û kesek bi zimanê Kurdî, vî şexsê Kurd ku tenê ew û birayê xwe ji Enfalê sax feltîne, bi şexsek ne Kurdperwer û zordar nas kirîye.

Di van dû kevalan de gihîştime wê baweriyê ku min fêm nedikr Partîya Karkeran ew qas li dijî dewleta Kurdî xebatê dike û min fêm nedikr ku ew qas dijmanatî digel mala Barzan de heye û her wiha li dijî Hikûmeta Başûrê ew qas bi kerb û kîne û her wiha ew qas dosta dewletên dagîrkere.

Êncam eve yê ku vê nivîsa PKKê bixwîne û li ser bi sekine, wê ji boy wî weke çavê rojê eşkere be ku kadiroyê besî yê ku li pey qêrîna dayîka rRêber hatî, pir bi exlaqtir derdikeve ber çavan ji wî nivîskarê ku xwe bi Kurd di hesbîne û ji boy medya vê rêxistina bi nav Kurdî di nivîsîne.

Pustên heman beş