Li Cizîrê 2 rêveberên HDPê hatin desteserkirin

hdp-cizir

Li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, du rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin desteserkirin.

Polîsan, îro Pêncşemê serê sibehê bi ser çend malan de girtin û rêveberên HDPê Songul Kuçuk û Naim Inedi desteser kirin.

Songul Kuçuk û Naim Inedi yên ku nehatiye zanîn bo çi hatine desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Cizîrê hatin birin.

Dibe ku hinek kesên din jî hatibin desteserkirin, lê ev yek heta niha nehatiye piştrastkirin.

Pustên heman beş