Perinçek: Rûsya ji helwesta Erdogan ne raziye!

Perinçek: Rûsya ji helwesta Erdogan ne raziye!

Serokê Partiya Niştimaniya Tirk «Dogu Perinçek» di derbarê şerê û Rûsya û Ukranya de, li ser kanalên televizyonê helwesta xwe eşkere dike û vekirî pişgiriya Rûsya dike. Dogu Parinçe kesayetek ku çepe, yani sosyalistek nasyonaliste û Kemaliste. Perinçek demekî dostaniya «Abdullah Ocalan» dikir û heta li «Baka» serdan Ocalan kirîbû. Ocalan jî gelek bi germî pêşwaziya wî kirîbû.

Dogu Perinçek bernameyeke televizyonî de dibêje: Em bi awayekî vekirî pişgiriya Rûsya dikin. Herweha bi vê mebestê heyetek ji partiya me serdana Moskova kir. Di nav vê heyetê de karsazê navdar «Ethem Sancak» jî hebû. Hevdîtinên gelek girîng kirin. Bi Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê re civîyan. Ez dikarim bêjim Rûsya helwesta birêz Tayyip Erdogan wefadar nabîne. Rûsya ji helwesta Tirkiyê nerazî ye. Ez niha agahdariyên heyeta me li gel xwe anîne eşkere nakim. Stenbol ji bo Rûsan gelekî hêja ye. Dostaniya Tirkiyê jî gelekî hêja ye. Çima Stenbol hilnebijart û Belarûs hilbijart? Ev bo Tirkiyê peyamek e. dibêje we bawerimin têkbir

Karsaz Ethem Sancak kesayetek balkêş e. Ew bi xwe eslê xwe erebe û ji gundekî yê bajarê Sêrtê ye, xizmetiyeka wî li gel hevjina Erdogan, Emine Erdogan jî heye. Ethem Sancak di dema xwendevaniya xwe de hevalê Dogu Perinçek bû û di xeta Perinçek de siyaset dikira. Piştî desthilatdariya AKPê Ethem Sancak bû karsaz û roj bi roj mestir bû. Niha xwediyê fabrikayên strastejik û gelek kanalên Televizyoniye û piraniya projeyên mezin di destê Ethem Sancak de ne.

Pustên heman beş