Erdogan û Putin hevdîtinekê pêk tînin

Ardogan-putin-ukraine-zelenskyy

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand ku Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan dê sibe ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hevdîtinekê pêk bîne.

Berdevkê Serkokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin îro 5ê Adara 2022ê piştî civîna ligel Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Kalin di pirseke derbarê şerê Ukraynayê de got, “Divê ev şer yekser bê rawestandin. Bi taybetî divê Rûsya êrîşên xwe bi dawî bîne. Çi nîgeranî û mercên Rûsyayê hebin divê li ser maseya gotûbêjan bên çarerserkirin”.

Îbrahîm Kalin amaje bi wê yekê da ku Tirkiye ji bo gotûbêjên navbera Rûsya û Ukraynayê di nav hewildanan de ye û got, “Di vî warî de serokkomar hewlên zêde yên dîplomatîk dide”.

Berdevekê Serokkomariya Tirkiyê diyar kir ku Erdogan duh ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy axivî ye û got, dê sibe jî ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hevdîtinekê pêk bîne.

Pustên heman beş