PKKe ku xwe bi rêxistineke kurdî dide naskirin û propaganda dike ji boy azadiya Kurdistanê hatiye damezrandin û di vê çarçûvê de tev partiyên din yên Kurdistanî bi xayîn dide naskirin, li ser sînorên destkird yên dagirkerên Kurdistanê nexşandî bûye grûpeke çete û tev karên qirêj li wan sînoran dike, ji wan karan bazirganiya madeyên hişber û ya herî xeter jî bazirganiya bi mirovan ve ye.
Li gor agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê di niha de li herêmên sînorî yên di nêvbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de PKKe bi awayek sîstematîk mijolî karê qaçaxçîtiya mirovane û mirovan bi awayek qaçax derbasî bakur û parçeyên din dike û bi vî awa pereyeke zêde ji xelkê distîne.
Çavkaniyên pêgeha «Darka Mazî» eşkere kirin, li herêmên sînorî yên di nêvbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de her kesekî bixwaze biçe Tirkiyê û li wir ber bi Ewropayê biçe, bi rêya PKKê li sînor derbas dibe, li himber vê yekê jî PKKe pere ji wan distîne û wan derbas dike, ji boy PKKê ferq nake ew kes kîye û çi dike, a girîng wergirtina pere ye.
Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, PKKe rê nade ti kesî dervey xwe ku vî karî li ser sînoran bike, her kesê ji dervey PKKê bi vî karî rabe, yan PKKe wî tesfiye dike yanjî bi destê Komara Îslamîya Îranê dide girtin, bo mînak li rojên rabûrî de li bajarê “Mako” hin kesên ser bi PKKê çûne ser mala kesekî ku li ser sînor bêy îzna PKKê qaçaxçîtiya mirovan dike, jiberku ev kes li malê nebûye li şûna wî hevjîna wî desteser kiriye û ragihandiye heya ku ew xwe teslîmî PKKê neke wê hevjîna wî di zindanê de be.
Hat hîn bûn ji boy ku PKKe xelkê neçar bke bi wê ve were girêdan, dest xistiye tev warên jiyan kirinê û jiyan ji her kesê re zehmet kiriye, rêya yekane ji boy bi destxistina kar di niha de li piraniya van herêmên di bin desthilatdariya PKKê de eve ku bibî endamê PKKê û propagandayê jê re bikî, ji dervey vê yekê ti karekî baş ku tu bikarî malbata xwe pê xwedî bikî bi dest nakeve, ev jî dibe sedema zirar gihandin bi gel.