13 leşkerên Sûriyê li biyabana Palmîrayê hatine kuştin

Îro, Yekşemê, Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand, di encama êrişa şeva borî de li ser otobuseke leşkerî, ku ji aliyê terorîstan ve li biyabana Palmîrayê hatibû encamdan, 13 endamên hêzên wê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand, duh danê nîvro 6/3/2022 demjimêr 13:30ê nîvro, otobûseke leşkerî li biyabana Palmîra, li rojhilatê stasyona sêyemîn, rastî êrişa terorîstan hat.

Êrîş bi çekên cûrbecûr hat kirin û di encamê de 13 serbaz hatin kuştin, ji wan hejmarek leşker, efser û 18 leşker jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, “Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov” îro li ser zarê çavkaniyên xwe ragihand ku şanên rêxistina “DAIŞ” sibeha roja Yekşemê êrîşek berfereh, li ser cihên ku hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên hevalbendên wê lê ne. li nêzî gundê El-Sewab li qereqola T2 ya li kûrahiya Badiya Sûriyê, pêk anîn.

Rewangehê got ku çekdarên “DAIŞ” ji şert û mercên hewayê û bahoza tozê ya ku li biyabana Sûriyê xistiye, sûd werdigirin û ev êrîş pêk anîn e.

Pustên heman beş