Gelo KNK azadiya jinê li Başûrê Kurdistanê di çi de dibîne?!

Gelo KNK azadiya jinê li Başûrê Kurdistanê di çi de dibîne?!

Bi wesîleya 8ê Adarê KNK daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe de weke her car bi xerabî basî Başûrê Kurdistanê kir û xwest wisa bide xweyakirin li Başûrê Kurdistanê ti azadiyek ji boy jinan tuneye, ev jî rastiya KNK ya dijatîkirina başûrê kurdistanê bi awayek rasterast eşkere dike.

Di daxuyaniya xwe de KNK ê bi ti awa bas li wan jinan nekir yên ku di nava PKKê de hatine îşkencekirin, zindankirin û kuştin, bi tenê li gor hez û berjewendiyên PKKê hin peyiv rêz kirine û li gor mejîkê xwe yê vale nirxandinên bê wate ji boy jinê kirine.

Di vê daxuyaniyê de tişta herî balkêş e çawaniya baskirin ji mafên jinê bûye li Rojhilata Navîn bi giştî û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ye, di derbara jinan li başûrê kurdistanê KNK dibêje, “li başûr, pêwîstiya bi şoreşa jinê roj bi roj zêdetir dibe. Ji ber ku li başûr ya ku tevî qeyrana siyasî û aborî, pergala desthilatdara mêre. Ji bo azadkirin û parastina welêt, li başûr êdî dema azadiya jinê hatye û derbas dibe.”

Li vir em bi tenê yek tişt ji KNKê-PKKê dipirsin; gelo hûn dixwazin başûr ku take perçeya azad a Kurdistanê ye û xwedî parlamento û hikûmeta xwe ye û bi destê kurdan tê îdarekirin ji kê azad bikin?! Hûn çewa şerim nakin û dibêjin pergala desthilatdar li başûr mêre?! Qey çavên we ewqas tarîne û hûn nabînin jinên başûr di tev waran de cî girtiye, di nava tev wezaretên Kurdistanê de xwedî berpirsyarî ne, weke jinên cîhanê mil bi milê zilaman di tev warên kar kirinê de kar dikin.

Bi rastî jî ev kerb û kîna li himber Başûrê Kurdistanê li kove tê? li cîhê ku KNKeya PKKê were û bas li jinên başûr bike û hin derewan rêz bike, bila biçe û bas li wan jinan bike yên ku li parçeyên din yên Kurdistanê ku PKKe xwe bi desthilatdara wan parçeyan dide naskirin bike, bila bas li wan zarokên keç bike yên ku bi destê çeteyên «Ciwanên Şoreşger» li Rojava tên revandin û bi zorê tên çekdarkirin, bila bas li wan jinên rojava bike yên ku ji ber siyaseta şaş ya PKKê û rêxistinên din yên ser bi wê ve niha derbeder bûne û di kampên başûr û Tirkiyê de di rewşeke pir xerab de jiyan dikin, bila basî wan jinan bike yên ku di nava PKKê de hatine tasfiye kirin, ger KNKê navê wan jinan ji bîr kiribe pir hêsane, em dikarin hejmarek ji wan bi bîra KNKê bînin.

KNKeya PKKê bila biçe û qala “Roza Luksembûrga Kurdistanê” anku “Saime Aşkin” bike ka bi t awa û ji ber çi sedem ji aliyê PKKê ve hatiye gullebaran kirin, ger KNK sedeman nizane emê ji re bêjin, Saimeyê rexne li ser Evdila Ocelan hebûn. Saime digo, «Evdila Ocelan ew kesên ku wî rexne dikin hemûyan ji holê radike û ew dixwaze PKKê mîna malbata xwe bi rêve bibe.» Di heman demê da Saime; ji nizîkatiya Evdila Ocelan li kampa Libnanê ya ji bo jinên din dike jî, nerehet dibe! Gelo li kîjan ciyê dinê li ser tiştek bi vî awa mirov tên kuştin? Qey eve azadiya jinê ya ku KNK qala wê dike? Gelo li Başûrê Kurdistanê kîjan jin ji ber rexne kirina desthilatdarên başûr hatiye kuştin ku KNK dixwaze jinên din azad bike? Fere KNK bas li berxwedana «Saime Aşkin» bike dema ji aliyê çekdarên PKKê ve tê gullebaran kirin dema dibêje, “bijî PKKeya Xeyrî, Mezlûm û Kemal Pîr. Bimre faşîzma 12ê Îlonê, bimre PKKeya Evdila Ocelan”. Ji kerema xwe bila KNKe ji me re bibêje li kîjan perçeya Kurdistanê jin ev qas bindeste?! Ji xwe di wan herêmên di bin desthilatdariya PKKê de bi tenê rexnekirina PKKê û Ocalan bese ku ne bi tenê jin belku mêr jî bên kuştin, bila KNK qala rewşa jinan li wan herêman bike yên ku bi herêmên parastina medya tên naskirin.

Bila KNK qala jina bi navê “Golan Garzan bike”, ka çewa li geliyekê Qendîlê, yê tijî têda endamên PKKê, li geliyekê ku 300 jin têda bûn bi destê PKKê hat kuştin. Bila KNK qala “Dewrana Çavderyayî” anku “Nazime Aktirk” bike ka bi t awa ji ber helwesta Ocelan ya li dadgehê da û gotinên Evdila Ocelan yên wekî, “ez dixwazim xizmeta dewleta tirk bikim, dayika min jî Tirike” wekî xiyanet û teslîmbûn dibîne, tê kuştin. Gelo qey KNK basî azadiya jinê nake? Qey ev ne azadiye ku jinek bikare bi kêfa dilê xwe nerîna xwe li ser kesekî yan tiştekî bibêje?

Bila KNK qala jina bi navê “Sûmbûl Perîşan” ya bi kodê “Stêrk Amed” bike ka çewa bi tawana rexnekirina helwesta Ocalan ya li dadgeha Tirkiyê û evîndar bûna wê ji aliyê PKKê ve tê kuştin, gelo li kîjan ciyê dinê rexnekirin û hezkirin bûye tewan ku li cem PKKê tewanin? Bila qala “Çîçek Botan” anku “Hacer Kaya” bike û ji gelê kurd re bibêje sûça wê çi bûye ku PKKê ew neçar bi xwekuştinê kir? Bila KNKeya PKKê qala “Zerîya Cizîrî” anku “Dîcle Firatê” bike ka çewa ji ber ku keçeke gundî û ne bedew bû ji aliyê Ocalan ve bi mirinê re tê rûbirû kirin, bila KNKeya PKKê qala “Betûl Cîcîm” anku “Sorgûlê” bike û sedemên kuştina wê ji kurdan re eşkere bike, em dizanin KNK vê yekê nake loma emê sedema darvekirina wê bêjin, ew ji ber sedemek siyasî nehat darve kirin, wê hîç rexneyek siyasî-rêxistinî jî nebû, Betûl Cîcîm tenê ji ber ku pirsgirêkên derûnî hebûn hate darve kirin. Ey hawar gelo li kîjan quncikê vê dinê kesên ku pirsgirêkên derûnî heyî tên darvekirin, gelo ew tên şandin ji boy cem dixtor yanjî weke PKKê tên şandin ji boy cem celad û tên darvekirin?

Li dawyê em bi tenê vê yekê ji KNKeya PKKê re dibêjin, ger mala mirov ji şûşe be mirov kevira nagire mala xelkê, ger hûn dilsozên jinê û Kurdistanê ne ji kerema xwe ger qala van jinên li jûr me qala wan kirî jî nakin, bas li wan jinên di nava PKKê de wek zilaman lêhatî bikin û çareseryekê jêre bibînin, wan jinan ti pîverekî jinên kurd li cem nemaye, sûnda werin û axaftinên ji xwe û rêxistin û rêberê xwe mezintir bibêjin, gel êdî şiyar e û we baş nas dike û dizane medenê we çiye!

Pustên heman beş