Serokê giştî yê partiya nijadperest ya Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî ji serdana serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bo Diyarbekirê dîn û har bû û çi hat devê wî ji Kiliçdaroglu re got. Kiliçdaroglu jî tenê bi emojiyekê bersiva wî da!
Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu duhî çû bajarê Diyarbekirê û heta niha jî li wir e.
Kemal Kiliçdaroglu bi siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û komeleyan re hevdîtin kir. Di nav kesên ku Kiliçdaroglu bi wan re hevdîtin kir, bavê siyasetmedarê girtî yê kurd Selahedîn Demîrtaş jî hebû.
Kiliçdaroglu dê sibê jî li Diyarbekirê be û çendîn çalakî û hevdîtinên din bike.
Serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, ku şirîkê hikûmeta Tirkiyê û hevalbendê Erdogan e jî, ji ber serdana Kiliçdaroglu bo Diyarbekirê dîn û har bû.
Bahçelî li ser twîttera xwe çavên xwe girt û devê xwe vekir, çi nema ji Kiliçdaroglu re negot!
Bahçelî got, serdana Kiliçdaroglu bo Diyarbekirê operasyoneka siyasî ye li dijî xebatên Tirkiyê yên lihevanîna Rûsya û Ukrayna!
Wî nijadperest û neyarê kurdan ev pirs ji Kiliçdaroglu kir: Piştî dîtina bavê “terorîst” Demîrtaş tu dê serdana malbata Abdullah Ocalan jî bikî li Rihayê?!
Bahçelî behsa Kurdistana mezin jî kir û wiha ji Kiliçdaroglu pirsî: Gelo tu hez dikî Kurdistana mezin, ku ji çar parçeyan pêk tê, ava bibe yan na?!
Kiliçdaroglu jî li ser twîttera xwe tenê bi emojiyekê bersiva wî da: Keniya û devê xwe lê xwar kir!