Dagîrkeran jî bi qasî PKKê zarokên Kurdan nekuştine

Pkk-zarok-hpg-kurd-kurdistan-botan-turkey

Rêxistina PKKê nasnameya 4 keçên din yên Kurd eşkere kir ku 4 salan berê bi destê artêşa Tirk dane kuştin û ji nû îro mirina wan ragihandîye.

Rêxistina PKKê her li navbera çend rojan wêneyên komên ciwan û sinêleyên Kurdan parve dike yên ku li salên berê di berxwedana xwe ya saxte de feda kirine û paş derbasbûna çend salan ji nû dibêje em hevalên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.

Îro roja şemî jî 12\3\2022ê PKKê nasnameya 4 keçan yêk jê zarok eşkere kirine ku li sala 2018ê li Botanê û Şemzînan dane kuştin û paş derbasbûna 4 salan ji nû mirina wan ragihand.

Rêxistina PKKê ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike û ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û yên parastina mafên zarokan hatîye tesbît kirin.

Rêxistina PKKê ku pêtirî dewletên dagîrker zarokên Kurdan û bi taybet keçên Kurdan dane kuştin, ew xwîna zarokên Kurdan tenê layiqê wê yekê dibîne ku fedayê Apo bê kirin.

Pustên heman beş