Çima rejîma Îranê çav bi Hewlêrê ranabe?

Çima rejîma Îranê çav bi Hewlêrê ranabe?

Manşet Rojhilat

Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê û kela îradeya netewî ya Kurdistanîyan, careke din bûye armanca êrîşeke mûşekî ya tirsonek û terorîstî û zirarên madî gihiştin hin taxên bajarî. Ajansên medyayî yên ser bi supayê pasdaran û rejîma Îranê ragihand ku wan du bingehên “Mûsadê” hedef kirine.

Îro yekşemî 13/3/2022yan, Dije Terora Kurdistanê derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêra paytext daxuyaniyek parvekir û têde ragihand: “saet 1î şeva derbasbûyî bi rêya 12 mûşekên Balistîk, taxekî bajarê Hewlêrê ber bi konsolxaneya Emerîkayê li Hewlêrê hat hedef girtin, ji bilî zirarên madî ti zirarek canî nebû”.

Her weha ragihand ku an agahî di dest de hene ku “ev mûşek li dervey sînorên Îraqê û Herêma Kurdistanê û li rojhilat ber bi Hewlêrê hatine teqandin”.

Heman dem Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê demekî paş êrîşî di daxuyaniyekê de ragihand, “Hewlêr xwe ji boy tirsonekan naçemîne” û got jî “bi tundî êrîşa terorîstî ya li ser hin cihên Hewlêrê hatiye kirin şermezar dikim, aramiyê biparêzin û rênimayên saziyên ewlekariyê cîbicî bikin. Ez berxwedana we spas dikim”.

Êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê reaksiyonek herêmî û navnetewî ya mezin li pey xwe anî û di nava Îraqê de her yek ji «Kazimî û Sedir» bi du daxuyaniyên cuda ev êrîş pirotesto kirin, heman dem di asta navdewletî de jî ji aliyê neteweyên yekbûîy û wilatên Rojava ev êrîş hat pirotesto kirin û piştevaniya navnetewî ji boy Hewlêrê tekez kirin

Her weke di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê de hatî û hev dem beşek ji medyaya cîhanê weke “FOX News” amaje pê kirî, êrîş ji aliyê Îranê ve hatiye kirin. Weke diyar metoda êrîşê jî xweya dike ku encamderê êrîşa li ser Hewlêrê, Rejêma Îslamî ya Îranê ye û medyayên berniyas yên ser bi saziya îstixbarata Îranê ya bi navê Îtîlaat û supayê pasdaran yên rejêma Îranê bi awayek nerasterast îtîraf kirin ku ev êrîş ji aliyê Îranê ve hatiye encamdayîn.

Çavkaniyên nûçeyan li Rojhilatê Kurdistanê jî bi parvekirina vîdyoyên dema avêtina mûşekan ji Îranê, eşkere kirin 10 ji wan mûşekên ku arastey Hewlêrê hatbûn kirin li bingehekî mûşekî yê Îranê, li nêzî gundê “Rezewer” (Sala Awa) yê ser bi parêzgehîya «Kirmaşanê» ber bi Hewlêrê ve hatine teqandin. Gundê «Rezewer» dikeve di nêvbera hersê bajarên «Kirmaşan, Sunqor û Kamyaran»yên Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îranê yek ji binkeyên xwe yên mûşekî li nêzî vî gundî bi cî kiriye.

Hêjayî gotinêye mûşekên din jî ji bingeheke mûşekî yê Îranê li nêzî bajarê Tevrêzê ber bi Hewlêrê hatine araste kirin.

Ev cara yekemîn nîne ku rejîma Îranê Hewlêrê hedef dike, pêş niha jî çi b rêya mûşekan û çi b rêya mîlîşyayên Şî’e li Îraqê bi katyuşa û hawinan êrîşî ser Hewlêrê kiriye û her carê jî ji bon êrîşên xwe hin derew û sedemên bê wate rêz kirine û xwe ji baskirina sedemên sereke yên êrîşî dûr girtiye. Kanala Telegramê ya bi navê “Sabirîn News” ya ser bi supayê pasdarên Îranê û ajansa “Tesnîm” ya ser bi rejêma Îranê ve ragihandin ku “bingehekî Amerîka û Îsraîlê li Hewlêrê bi 14 mûşekan hatine armanckirin” û bas li vê yekê kirine ku du bingehên perwerdê yên ser bi saziya îstixbaratî ya Îsraîlê “Mûsad”ê li Hewlêrê hatine armanckirin.

Bera ku em basî sedemên vê êrîşê bikin nuqteyek heye ku xerab nîye em bas bikin ew jî eve ku rûpelên nêzî rejîma Îranê dibêjin 14 mûşek ber bi Hewlêrê hatine arastekirin lê di rastiyê de 12 mûşek gihiştine Hewlêrê û xweya nîne du ji mûşekên din li ku derê ketine. Ev jî eşkere dike ku şiyanên mûşekî yên Îranê pir lawaztirin ji wê ya ku Îran îdîa dike.

Armanca Îranê ji êrîşa li ser Hewlêrê

Piraniya şîrovekarên opozisyona Îranê hewl didin hevkêşeyên navdewletî bi sedema sereke ya êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê bidin naskirin û dixwazin bibêjn ku Îran ji bo hedef girtina konsolxaneya nû ya Emerîkayê û baregehên din yên Amerîkayê li Başûrê Kurdistanê, mûşek arastey Hewlêrê kirin.

Dibe sekinandina danûstandinên «Vienna» li ser kirîza nuklerî ya Îranê û xwe pirosesa civîn û danûstandinên di nêvbera Tehran û Riyazê, beşek ji sedemên êrîşa mûşekî ya vê carê ya rejîma Îranê bin, lê belê, bi nerîna min sedema sereke ya êrîşa ev care û tev êrîşên rejîma Îranê bo ser paytextê yekane perçeya azad a Kurdistanê tiştek dine û sedemên tên baskirin sedemên neserekene.

Civînên taybet bi pirsgirêka noklerî ya Îranê nikare sedema sereke ya êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê be ji ber ku di rastiyê de civîn ji ber Îranê bi xwe hatine sekinandin û ev yek jî têkildarî sîfeta kolebûna rejîma Îranê ye. Xameneyî li ser daxwaza Potîn û hikûmeta Rûsyayê, civîna dewletên 5+1 yên taybet bi pirsgirêka çekê nuklerî yê Îranê ragirtiye. Di rastiyê de Rûsyayê ferman daye rejêma Îranê ku danustandina rawestîne heya ku Potîn êrîşên li ser Ukraine bi kêfa dilê xwe berdewam bike û dixwaze karta Îranê berdewam weke feşarekê li dijî Rojava bikar bîne.

Piştî rawestandina civînên “Vienna”, rûpela fermî ya “civata bilinda asayîşa Îranê” bi navê “Nûr News” ragihand ku danûstandinên di nêvbera Îranê û Erebistana S’ûdî de ku bi navbeynkariya Îraqê bi rêve diçûn, tek alî ji aliyê Îranê ve hatine sekinandin.

Dibe Îran bixwaze bi rêya xweyakirina hêza mûşekî ya xwe û bi armanckirina berjewendiyên S’ûdîyê, di danûstandinên xwe yên bi wî wilatî re bi destekî tijî û bi hêz beşdar bibe, lê belê, ev jî nikare armanca sereke ya êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê be, ji ber ku ji aliyekê Hewlêr yekane parêzera berjewendiyên Kurdane û nebeşeke ji şerenîxê di nêvbera S’ûdîyê û Îranê, her wiha Tehran û Rîyaz bi salane Yemen kiriye qada şer û şerenîxên xwe û eger bixwazin dikarin li wir hêza xwe nîşanî hevdu bidin.

Hewlêra paytext, kelema çavê dujminan

Ger ev sedemên sereke yên êrîşa nebin, gelo çi we dike ku rejîma Îranê Hewlêrê bombebaran bike?

Rejîma Îranê û tev dagîrkarên Kurdistanê pir baş fêm dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanî û Hewlêra paytext, hêwên û garantorên damezrandina dewleteke serbixwe ya kurdin û dikarin di dema bê de koşkên dagîrkeran îmha bikin û dawiyê bi desthilatdariya wan ya dagîrker li Kurdistanê bînin. Dagîrkerên Kurdistanê bi başî ev rastiyê fêm kirine ku di niha de Hewlêr bûye stargeh û kela berevanîkirin ji nasnameya netewî ya Kurd û Kurdistanê û heya ku Hewlêr weke paytexta yekane perçeya azada Kurdistanê li ser lingan bisekine û xwe neçemîne, hizra netewî geştir, Ala Kurdistanê bilindtir û Sirûda Niştîmanî ya «Ey Reqîb» bihêztir wê koşkên dagîrkerên Kurdistanê bilerzîne.

Hewlêrê ala hizra netewî û serbixwe xwaziya kurdan rakiriye û rejîma Tehranê û dagîrkarên din yên Kurdistanê dizanin ku tevî bi rêya hin xayînan û kurdên xwefiroş yên di nava “Mihwerê Miqawemê” karîn dijatiya encamên referandoma serixwebûna Kurdistanê bikin û Kerkûka kurdan û navçeyên din yên Başûrê Kurdistanê careke din dagîr bikin, lê belê qet nekarîne armancên referandomê di hizir û dilê Kurdan bînin der û her dema kurdan derfetek baş hebe dikarin karta referandomê ektîv bikin, bi nerîna min tirs ji damezrandina dewletek serbixwe ya kurdan sedema sereke ya êrîşa şeva derbasbûyî ya li ser Hewlêrê û tev êrîşên dine ku ji aliyê dagirkeran ve li ser Hewlêrê û Herêma Kurdistanê dihên kirin.

Sedema duyemîn jî ku girêdayî sedema yekemîne, senga netewexwazên Başûrê Kurdistanê ya bi rêberiya Hewlêra paytext ku di dawî hilbijartinên parlamentoya Îraqê de bi zelalî xweya bû û vê sengê jî bandoreke mezin li ser pêşeroja siyasî ya Îraqê heye.

Her wek her kes dizane, Îran û kirêgirtiyên wê (Mîlîşyayên Heşda Şebî û PKK’e) di hilbijartinên parlamentoya Îraqê de rastî şikestineke dîrokî bûn û heya niha tev hêza xwe bikar aniye ku rê nedin hikûmeta nû ya Îraqê bi hevpeymaniya di nêvbera (Sedir, Sine û Kurdan) pêk were. Dema fêm kirî bi gefxwarin û biryarên siyasî yên dadgeha federal ya Îraqê û qutkirina budce û mûçe û hwd….nikarin rê li ber Kurdistanê bigrin wê demê mûşek bikar anîn û dixwazin bi vê rêyê îradeya kurdan li ser daxwazên wan ên rewa têk bişkînin. Lê belê, her weke dîrokê hin caran eşkere kiriye, îradeya rizgarîxwazaneya kurdan xwe ji dagirker û tirsonekan re natewîne.

Rejîma Îranê bi awayekî nerasterast û bi rêya rûpelên weke «Tensîm û Tabnak û ….. » amaje bi vê yekê kiriye ku di vê êrîşê de du bingehên Mûsadê li Hewlêrê hatine hedef girtin! Lê belê wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê û tev ajansên nûçeyan jî ev yek tekez kiriye ku êrîşê ti zirarek canî li pey xwe neaniye û di rastiyê de hin taxên Hewlêrê û saziya Medyayî Ya (K24) bi sedema vê êrîşê zirarên madî dîtine.

Bê guman Îran derewan dike û dixwaze hinceta ji boy êrîşên xwe bîne, ger na heger rast dibêje û dixwaze li Îsraîlê bixe bila bi rêya wan hemû pereyên li Sûriyê û Libnanê yên cînarên Îsraîlê mezaxtî du mûşekan ber bi Îsraîlê bihavêje, gelo ew mûşekên ku hertim bi wan gefên jinavbirina Îsraîlî dike li ku derê ne? Merema rejîma Îranê ne Îsraîlê ger na ew baştir ji her kesî dizane baregehên Mûsadê li Başûrê Kurdistanê û li gundê “Mela Omer” tunene.

Pustên heman beş