Cîhana demokrat hêrîşa rejîma îdaman dijî hewlêrê rûreş dike, “xwebûn”a qaşo kurdî berdevkiya rejîma rûreş dike !

Cîhana demokrat hêrîşa rejîma îdaman dijî hewlêrê rûreş dike,"xwebûn"a qaşo kurdî berdevkiya rejîma rûreş dike !

Dijminahiya herî dijwar ya ji nav mala mirov e.

Eger mirov di nav mala xwe de piştkul be, alîkarên dijminên mirov ji malê bin zahmet e. Marê nava malê jahrîtir e.

Du roj berê, şeva şemiyê ser bi yekşemê rejîma îdaman 12 moşekan (roketan) avêt ser Hewlêrê. Qaşo wan roketan avêtiye ser dezgeheka siyonistan, Mossadê! Ev ji xwe derew e, vêca derewekî ji aqil dûr! Ji xeynê xwediyê derewê, ti aliya ti qîmetekî neda vê derewê û ew bi xwe rûreş bûn.

Ew rûreş bûn, lê hinek Kurd bezin hawara rejima îdamê!

Bi cureyan: Hinekan keyfa xwe anîn ku li Hewlêrê dane. Bi taybet li medya civakî mînakên van namerdan gelek in.

Medya girêdayî hizra Yalcin Kucuk û Qendîla ku bûye beşek ji hêzên Hîlalî şîi jî bi hîlebazî û bi dûrûtî piştevaniya xwe bo rejima îdaman diyar kirin.

Yek ji vana, yeka ku xwe temamî aşkere kiriye îro di hesabê “Xwebûn” qaşo Kurdî de hat belav kirin.

Mirov şerm dike!

Carna Kurd dibêjin xwezî bila erd biqelişiya ez heft katan biniyê re wenda bibûma û ez nebûma şahidê vê şerm û fediyê.

Lê ka şerm û fedî li ba van virek û derewcînan?

Mirov nikare wê bêbextiyê, wê nivîsa bi kîn û xerezê dagirtî, bixwîne! Dilê mirovî diqelibe, vereşana mirovî tê!

Naxwazim zêde bahsa van derew û rûreşiyê bikim.

Wateya vê nivîsê ew e: Propagandaya gotinên rejîma îdaman dikin. Dibêjin: “Hewlêr kirine bingeha Mossad a Îsrailê”! Rejima îdaman jî wisa dibêje! Rejîma îdaman fehm dikim, ma ci ji we ye? Hûn cima derewên vê rejîmê belav dikin? Dirêj nekim. ANHA û dorberên wan karên xwe yên “mihverê muqawemetîtiyê” pêktînin. Mîhverê miqawemet, rejîma îdaman hevalbemdên xwe wisa bi nav dike. Hizbullaha Lubnanê jî, Heşdî şaabiya Iraqê jî hêzên “Mihverê miqawemet” yên hîlalê şîa ne. Evên hevalbendîya rejîma îdaman bikin mîhverê miqawemet in.

Û hew!

Ji twittera “xwebûnê:

“Di vê civînê de li hev kirin ku bajarê Hewlêrê bibe navenda Mossad a Îsraîlê, gelê Îranê û gelê başûrê Kurdistanê weke ajanên  Mossadê li dijî komara Îranê bi kar bînin.” Xwebûn @rojnamexwebun

Bayram Ayaz

Pustên heman beş