Serokê Amerîka Joe Biden hevtayê xwe yê Rûsî Vladîmîr Putîn wekî “tawanbarê şer” bi nav kir, bi vê yekê jî dibe ku aloziya dîplomatîk a di navbera Rûsya û Rojava de kûrtir bibe.
Danasîna Biden ji Putin re, di bersiva pirseke rojnamevanekî Qesra Spî de hat. Ev cara yekem e ku serokê Amerîkayê zimanekî wiha ji bo şermezarkirina serokê Rûsyayê bikar tîne.
Piştî daxuyaniya Biden, Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki got: “Biden ji dilê xwe axiviye”. Lê Kremlin gotinên Biden şermezar kir û got ku ew “nayê efûkirin”.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got: “Axaftinên bi vî rengî ji aliyê serokê dewletekê ve ku bombeyên wî bûne sedema kuştina bi sed hezaran mirov li seranserê cîhanê, nayê qebûlkirin û efûkirin”.