Li gor Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîk rêjeya dengên AK Partiyê li 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê daketiye sedî 17. Herwiha rêjeya dengên Erdogan jî ji sedî 19 ye.
Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîk encamên rapirsiya xwe ya derbarê nêrîna siyasî ya dengdêrên Kurd ku di navbera 4-8ê Adarê de li 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê pêkaniye, belav kirin.
Ew rapirsî li gel 505 malbatan bi aweyekî rûbirû hatiye kirin. Di rapirsiyê de derbarê nêrîna welatiyan a li beramber Hevpeymaniya 6 partiyên opozîsyonê û bandora Pirsa Kurd a li ser pirsgirêkên sereke yên Tirkiyê jî pirs hatin kirin.
Li gor rapirsiyê ji sedî 76,3ê beşdaran krîza aborî û bêkariyê wek pirsgirêka sereke ya Tirkiyê dibînin. Ji sedî 17,4 jî Pirsa Kurd wek pirsa sereke ya Tirkiyê dibînin.
Ji beşdaran pirsên bi vî rengî hatine kirin:
Pirsa Sereke ya Tirkiyê çi ye?
%76,3 krîza aborî û bêkarî
%17,4 pirsa Kurd
Ji beşdarvanan hatiye pirsîn “pirsa Kurd di çi astê de bandorê li ser pirsên sereke yên Tirkiyê dike?
%60,5 li krîza aborî û bêkariyê
%64,7 li pirsa demokrasiyê
%61,1 li sîstema hiqûqê
%57 li sîstema serokkomariyê
%67,5 li keşûhewayê tûndûtîjî û rûbirûbûnan
%61,6 li polîtîkaya derve ya Tirkiyê
Divê hilbijartina pêşwext bê kirin?”
%64,9 erê
%17,9 na
%17,3 bê biryar
Hûn di wê baweriyê de ne ku HDP bê girtin?
%13,7 erê
%47,8 na
%38,5 ti nêrîneke me nîne
Hûn dê dengên xwe bidin Hevpeymaniyên heyî?
Tifaqa Cumhur
%15,1 erê
%15,7 na
%15,7 bê biryar
Tifaqa Millet
%16,1 erê
%37,8 eger partiya min di nav de be erê
Hûn hatina cem hev a 6 partiyên opozîsyonê çawa dibînin?
%9,4 gelek erênî
%33,3 erênî
%37,8 bê biryar
%15,6 nerênî
% 4 gelek nerênî
Hûn di wê bawerê de ne ku sîstema Parlamenteriya Bihêzkirî ya Hevpeymaniya Millet dê pirsgirêkan çareser bike?
%20,9 erê
%32,9 na
%43,6 dikare beşekê çareser bike
%2,6 nêrîna xwe eşkerenekirine
Bi giştî
%32,9 nikare çareser bike
%64 dikare çareser bike
Hûn beşdarbûna HDPê di Hevpeymaniya 6 Partiyên opozîsyonê de çawa dibînin?
%12,4 gelek nerênî
%24,2 nerênî
%44,9 bê biryar
%12, 4 erênî
% 6,2 nerênî
Eger vê Şemiyê hilbijartin bibe hûn dengên xwe didin kîjan partiyê?
HUDA PAR: %0,3
Partiya Saadet: %1,2
Gelecek: %1,5
MHP: %1,9
ÎYÎ Partî: %3,3
CHP:%9,6
AKP: %17,5
HDP: %45,6
Bê birayar: %8,2