Li Berwarî Bala hirçê 7 mal têk dan

به‌رواری بالا-هرچ-په‌كه‌كه‌-berwari bala-hirc-pkk-turkey

Piştî valakirina gundê Ure ji ber metirsiya topbaran û bordûmanên Tirkiyê, hirç kete nav gund û malên 7 welatiyan têk dan.

Gundê Ure dikeve navçeya Berwariya Bala ya ser bi qezaya Amêdiyê ve li parêzgeha Duhokê.

Muxtarê Gundê Ure Ehmed Ureyî ji Rûdawê re ragihand, wan ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê, herwiha bordûman û topbaranê gund vala kiribûn.

Muxtarê gund dibêje, dema hinek malbatan serdana gund kirine, dîtine ku deriyên malên wan şikestine, kelûpelên wan hatine têkdan, mêşên hingiv hemû hatine têkdan û şopên hirçê di nava gund de diyar bûne.

Ehmed Ureyî da xuyakirin, ew nizanin kengî hirçê êrîşî ser malên wan kiriye ji ber ku ev 97 roj in wan gund vala kiriye. 

Herwiha ji ber bordûmanên Tirkiyê xelk neçar mane ku rêya gundê xwe biguherin lê ji ber berf û baranê rêya wan têk çûye otomobîlan nekariye serdana gund bike.

Pustên heman beş