Di êrişeke çekdarî de li Reqayê fermandeyekî PKKê hat kuştin

Di êrişa çekdarî de li Reqayê fermandeyekî PKKê hat kuştin

Fermandeyekî PKKê li parêzgeha Reqa ya Sûriyê di êrişeka çekdarî de hat kuştin.

Çavkaniyên medyayî li rojava Kurdistanê eşkere kirin, îro danê sibê li ser rêya bajarokên Tebqa-Mehmûdlî li parêzgeha Reqa ya Sûriyê, fermandeyekî PKKê ku di nav HSDê de bû, di nav otomobîlê de rastî êrişa çekdarî hat.

Li gorî agahiyan, ew fermandeyê PKKê li cihê êrişê canê xwe ji dest da û du pasewanên wî jî birîndar bûn.

Pustên heman beş