Encûmena Nûneran a Iraqê ji bo hilbijartina Serokomar dicive

مجلس النواب-رئیس الجمهوریة-iraq-reber ehmed

Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) îro 30 Adara 2022an careke din ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê dicive.

Li gor karnameya Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê, biryar e îro careke din encûmen ji bo hilbijartina Serokomar û endamên komîteyên encûmenê bicive.

Ev di demekê de ye, roja 26ê Adarê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî ya nûneran, hilbijartina Serokomarê Iraqê hatibû paşxistin.

Ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê, ji 329 parlementeran pêwîst e du li ser sê, anku (220) parlementer di rûniştinê de amade bibin.

40 kandîd hevrikiyê li ser postê Serokomarê Iraqê dikin, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed kandîdê Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman e.

Pustên heman beş