Neteweyên Yekbûyî: 4,1 mîlyon kes ji Ukraynayê penaber bûne

UNHCR -Ukraine-sivil

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku zêdetirî 4,1 mîlyon Ukraynî neçar mane welatê xwe biterikînin ji dema ku Rûsya di 24ê Sibatê de dest bi operasyona xwe ya leşkerî li wir kir.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di jimareke nûjen de ku îro Şemiyê hat weşandin, piştrast kir ku hejmara penaberên Ukraynayê ji destpêka operasyona leşkerî ya Rûsyayê ve gihîştiye çar milyon û 137 hezar û 842 kesan.

UNHCR diyar kir ku ji %90ê van penaberan jin û zarok in.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê tekez kir, ku nêzîkî 205 hezar û 500 kesên biyanî yên ku li Ukraynayê kar dikin yan jî dixwînin, welat terikandine.

Bi vê yekê hejmara giştî ya kesên ku ji ber şer û pevçûnan neçar man malên xwe li Ukraynayê biterikînin gihîşt zêdetirî 10 mîlyonî, ango çaryeka hemwelatiyên wî welatî.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 60ê hejmara giştî ya penaberan (zêdetirî 2,4 mîlyon kes, di nav de zêdetirî 1,1 mîlyon zarok) çûne Polonya, paşê Romanya (nêzîkî 630,000 penaber), Moldova (zêdeyî 391,000 penaber) Macaristan (nêzîkî 380.000 penaber), Rûsya (zêdetirî 350.000 penaber ji bilî 113.000 penaberên ji komarên Donetsk û Lugansk), û Slovakya (nêzîkî 295.000 penaber).

Pustên heman beş