Kazmî: Kazmî li derbarê şewtandina baregeha PDKê biryar girt!

pdk-kazimi

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî îro seredana wezareta navxwe kir û diyar kir, hêza ku temaşey baregehê PDKê dikirî wexta ke dihate şewtandin, wê rastî lêpirsînê were.

Mistefa Kazimî îro roja yekşemî 3/4/2022 ê serdana wezareta karên navxwe kir û li gel wezîrê navxwe û efserên payebilind civîya, Kazimî nirxandin ji bo mijara ewlehîya civakî û çawanîya qayîm kirina wê kir.

Di mijara êrîşa ser baregeha PDKê, Mistefa Kazimî got: Hêza ku li şeva şewtandina baregeha PDKê tu bertek nîşan neday û tenê temaşey bûyerê dikir, ev yêk jê nayê qebûl kirin û ew hêz wê rastî lêpirsînê were kirin.

Li heftîya rabûrî bi sedan alîgirên Heşda Şebî êrîşa baregeha liqa 5 ya PDKê li Bexdayê kir û şewtand, paş derbasbûna çend rojan, PDKê biryara herifandina baregeha xwe ya li Bexdayê da weke helwesteke nerazîbûnê ku Hikûmeta Bexdayê nikare ewlehiyê ji boy dabîn bike ku ew cara duyemîn bû tê şewtandin.

Pustên heman beş