Topbarana rejîmê 4 zarok li gundewarê Idlibê kuştin

Topbarana rejîmê 4 zarok li gundewarê Idlibê kuştin

Çar zarok ku di çûn dibistanê li gundewarê parêzgeha Idlibê, ketin ber mûşekên rejîma Sûriyê û jiyana xwe ji dest dan.

Nerîngeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro roja duşemî 4\4\2022ê belav kir ku bi sedema topbarana rejîma Sûriyê li ser bajarokê Maret Nesan ku dikeve gundewarê bakurê Idlibê, 4 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Dest nîşan kir, ev zarok li ser rêya dibistanê bûn wexta ku ketine ber êrîşê, paş van êrîşên rejîma Sûriyê, balafirên Rûsya gerên çavdêriyê li wir encam dan, herwiha hinek nuqteyên çiyayê Zawiye bombebaran kirin.

Pustên heman beş