Çar welatên Ewropayê 120 dîplomatên Rusyayê dersînor kirin

eruo-germany-danimark-france-italy

Piştî li bajarê Bucha yê li bakurê rojavayê Kyiv a paytexta Ukrayanyê termên bi dehan sivîlan hatin dîtin ku Ukrayna û welatên rojavayî Rûsyayê bi kuştina wan sivîlan tohmetbar dikin, Almanya, Fransa, Danmark û Îtalya 120 dîplomatên Rusyayê dersînor kirin.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock roja Duşemê 4ê Nîsana 2022an ragihand, ew dîmenên ku piştî vekişîna Rusyayê ji Buchayê derketin holê, diyar dike ku Rûsya wêrankariyê dixwaze ku ev li derveyî hemû sînoran e.

Annalena Baerbock got, “Me piştî wan dîmenên hovane biryar da ku 40 dîplomatên Rûsyayê dersînor bikin”.

Di derbarê wan dîmenan de Wezareta Derve ya Fransayê jî diyar kir ku wan biryara dersînorkirina 35 dîplomatên Rûsyayê daye.

Wezareta Derve ya Danmarkê jî di daxûyaniyekê de got, “Me 15 dîplomatên Rûs dersînor kirine”.

Pustên heman beş