Joseph Goebbels û medya PKKê -Beşa «1»

Joseph Goebbels
  • Simko Ebdulezîz

Joseph Goebbels wezîrê ragihandina Almanya a Nazî gutibû: «Medyayek bê wîjdan bidin min, ezê pir nehişiyê bidim we», dîsan dibêje: “Derewê bike, derewê bike, derewê bike” heya ku gel wê derewê weke rastî dibîne.

Pir kadiroyên PKKê jî û teybet rêveberîya jûr a rêxistinê li ser vê konseptê ava bûye û wan ev konsept kirine bingeha sereke ji boy veşartina rastîya PKKê û rêberê wê, medya PKKê jî bûye amûrê servîskirina derewan.

Medya PKKê xwe bi zana û gelê Kurd bi gêl dizane

 Lê ya rast, li dema gava şerê çekdarî li bakur destpêkirî, gel ji gotinên PKKê bawer dikir û amade bûn xwe feda bikin, fedakarîya gel giha astekî wusa ku wan xwe ji boy azadiyê şewtandin.

Lê Kurd dibêjin : «Benkê derewînî kurte», ev gotin li ser Partîya Karkeran tê çesipandin, li dinyayê çendî şoreş dirêj bibe, gel pêtir pêre tê girêdan, lê belê li Bakur babet berevaj bû, çendî temena Partîya Karkeran dirêj dibe, gel ew qas û roj bi roj pêtir jê dûr dibe, sedema dûrbûna gel ji PKKê ji boy wê vedgere ku derewên wan ji bo gel îfşa bûne.

Ji gelê Kurd re eşkere bû ku rêxistina PKKê û teybet rêberê wê, ew bi gotinên neteweyî xapandine, ji boy gel diyar bû ku PKKê bi qasî dewleta Tirk zirar li doza Kurd kirîye û pêtir gelê Kurd ber bi hilweşînê birîye, li vir jî mînaka “Rûviyê kevlê mîhê li xwe kirî” tê bîra mirov!!.

Li roja 4 nîsanê ku dibe roja ji dayikbûna Ocalan, min hinekî medya PKKê şopand, min dî di vê bûneyê de medya wan bûye derewîntirîn medya di dîroka cîhanê de, min wusa dî ku wan Ocalan gihandîye asta xwedê û caran jî xwedê daketîye jêr asta Ocalan, hema hema mabû ku bibêjin: «Ji bo birêvebirina dinyayê, haşa xwedê zanînê ji Ocalan distîne»!!.

Dîsan min wusa fêm kir ku serkirdeyên dîroka Kurdan yên mîna «Şêx Obeydulayê Nehrî, Şêx Seîdê Pîran û Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed û Mela Mistefa Barzanî» hemû pûşmanin ku wan şoreş kirine û çi êncam ji boy gelê Kurd bi dest nexistine!! .

Dîsan min dî ku «Qasimlo, Mesûd Barzanî û Celal Talebanî û Newşêrwan Mistefa û gelek serkirdeyên din» pûşmanin ku li pey rîya Ocalan nemeşiyan!!.

Min dî ku «Xanî, Cizîrî û Pîremêrd û Nallî û Bedirxan ….Hod» nikarîne mîna Ocalan xizmeta çand û zimanê Kurdî bikin.

Tê zanîn Ocalan:

  • Nizane bi Kurdîyek rehwan biaxive.

  • Nizane cilê Kurdî li xwe bike, «Ew cilê medya PKKê tîne pêş ku Ocalan Bergîzên şîn li xwe kirine, ew Bergîz kesek Sindî ji boy Ocalan anîbûne Şamê û li apartmanekê li xwe kirbûn û şal ji boy girêdabûn û dersûk ji boy çêkir û tenê saetekê li ber man», ev yêk li sala 1992 an bû.

  • Nizaney çekî biteqîne bijlî demancê.

  • Di jiyana xwe de Gerîlatî nekirîye û yêk şev jî li çiyayî nemaye.

  • Dema av vedxar, bi kilîniksê perdax digirt, ji ber ku wî bawerî bi nêzîktirîn kadiroyê PKKê nedhat.

Pustên heman beş