Dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê berdewam e, û Hêzên hikûmeta Sûriyê nahêlin ard derbasî herdu taxên Kurdan bibe.
Serokê Encûmena taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo ragihand ew dorpêç bi fermana Şamê hatiye danîn û got: xelik di rewşeke zehmet de derbas dibe ku 200 hezar mirov di nava van taxan de ne, derman pir kêm in, madeyên sûtemeniyê û ard nînin.
Serokê Encûmena taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê got, wan gelek bangawazî kirine, lê kes bersiva bangewaziya wan nade.
Ji 13 meha Adarê ve, Rêbenda Cizîrê li Şêx Meqsûd bi tundî ji aliyê hêzên ewlehyê û Firqa 4 ve hatiye girtin û ji wê demê ve nahêlin kîloyek ard jî derbas bibe.