Di doza Kobanî de biryara desteserkirina 91 kesan hat dayîn

doza-kobani

Di çarçoveya lêpirsîna Kobanî de ji 91 kesên ku derbarê wan de biryara desteserkirinê hat dayîn, 46 kes hatin desteserkirin. Di nava kesên hatin desteserkin de şaredarên berê yên HDP’ê jî hene.

Di lêpirsîna Doza Kobanî de li 13 parêzgehan rêveberên şaredariyê jî di nav de bo 91 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn û ji wan 46 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di Doza Kobanî de lêpirsîneke nû da destpêkirin. Serdozgeriyê di çarçoveya vê lêpirsîna nû de derbarê 91 kesan de biryara desteserkirinê da.

Polîsan di çarçoveya vê biryarê de îro 12ê Nîsana 2022ê li 13 parêzgehan operasyonên hemwext dan destpêkirin û 46 kes desteserkirin.

Li gor agahiyan di nav wan kesên ku derbarê wan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn hejmareke hevserokên berê yên şaredariyan jî hene.

Herwiha hat ragihandin ku di operasyonê de 240 hezar dolar, 2 hezar û 800 Euro, 25 hezar Lîra, çek, madeyên hişbir û materyalên rêxistinê hatine bidestxistin.

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, korîdoreke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê di ser sînorên Tirkiyê re were rawestandin.

Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku hevserokên berê yên HDPê ne di doza Bûyerên Kobaniyê de ligel 108 endamên din ên HDPê tên darizandin ku 22 ji wan niha di girtîgehê de ne.

Pustên heman beş