Amnesty: Girtîgehên Îranê bûne jûrên mirinê

Amnesty: Girtîgehên Îranê bûne jûrên mirinê

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) li ser rewşa girtîgehên Îranê ragihand ku ji bo girtiyên nexweş bûne korîdorên mirinê.

Cîgira Rêveberê Amnesty ya Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Diana Eltahawy got: “Paşguhkirina hovane ya jiyana mirovan a ji aliyê rayedarên Îranî, girtîgehên Îranê ji bo girtiyên nexweş ku nexweşiyên wan dikare bêne dermankirin lê bi awayekî trajîk kujer bûne, veguherandiye jûrên mirinê.”

Eltahawy diyar kir: “Mirinên girtiyan ji ber redkirina bi qestî ji xizmetên tenduristiyê ye. Ev li gorî hiqûqa navnetewî binpêkirineke cidî ya mafên mirovan û bêpar hiştina bi rengekî kêfî ya ji jiyanê ye.”

Herwiha Amnestyê bertek nîşan da ku israra di van kiryaran de, înfaza derveyî hiqûqê ye ku tawaneke derveyî hiqûqa navneteweyî ye.

Li gorî rapora rêxistinê, lêkolînên ser sedemên mirina 92 mêr û 4 jinan di girtîgehên Îranê de ku li 30 girtîgehên li 18 parêzgehên Îranê pêk hatine, berdewam dikin.

Pustên heman beş