Bûyerekê bazirganekê maddeyên hişberê yê “Seraya Xurasanî” eşkere kir

saraya-xurasani-kirkuk

Piştî ku çekdarekî ser bi Heşda Şabî li Kerkûkê êrîşî hemwlatîyekî dike, di nêvbera mîlîşyayên Heşda Şabî de alozî derdikeve holê.

Li gor agahyên “Darka Mazî”, yek ji çekdarên Heşda Şabî bi navê “Mistefa Raxib kirîstal” ku ser bi mîlîşyayên “Seraya Xurasanî” ye, di meha 2 ya îsal da li Kerkûkê bi erebeya taybet bi mîlîşyayên Seraya Xurasanî ve, li navçeya bi navê Suq Elherec, êrîşî hemwilatîyekî kirîye û li wî xistîye û piştî ew îşkence kirî heqaret li wî kirine.

Çavkaniyên me eşkere kir, li dema vê êrîşa çekdarê Heşda Şabî, yek ji kesên amadebûyî li wê derê bi rêya telefona xwe dîmenê êrîşê tomarkirîye û di medyaya civakî de parve kirîye, piştî parvekirna vê vîdyoyê, derdikeve holê ku kesê çekdar ne bi tenê mîlîşyayekî Heşda Şabî ye, belku bazirganekî madeyên hişberê jî ye.

Piştî parvebûna vîdyoyê nûnerê mîlîşyayên “Seraya Xurasanî” daxuyanyekî parve dike û têde dibêje, bi t awa ev çekdar ser bi me ve nîne û em wî nas nakin! Ji ber vê yekê li dawîya meha 2 ya îsal ev kes ji bal Sazîya Asayîşa Niştimanî ya Îraqê ve li Kerkûkê, tê girtin.

Her wiha hat hîn bûn ku piştî desteserkirina Mistefa Raxib, xizmên Mistefa bi rêya “Mihemed Mehdî Elbeyatî” berpirsê mîlîşyayên Bedir li Kerkûkê hewl daye pirisgrêkê çareser bikin, lê belê, Mihemed Mehdî razî nebûye alîkariya wan bike û bi wan re raghandiye, Mistefa ser bi hêzên “Seraya Xurasanî” ve ye û ti elaqeya me bi vê yekê ve tune, bila berpirsê “Seraya Xurasanî” li wî xwedî derkeve û pirisgrêka wî çareser bike.

Paş ku xizmên Mistefa Raxib ji berpirsên mîlîşyayên Seraya Xurasanî û Bedir bê hêvî dibin, bi neçarî ji “Mehdî Teqî” parlamanterê Iraqê yê Amrliyê dixwazin alîkarîya wan bikin ji ber ku Mehdî Teqî û Mistefa Raxib bi hevre bazirganya madeyên hişberê dikin, ev kes bi erebeyên taybet yên mîlîşyayên Seraya Xurasanî, madeyên hişberê ji Iranê derbasî Iraqî dikin.

Pustên heman beş